Li Viyanayê filmên Kurdî hatin nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Mijdar 2024 - 00:46

10’emîn Mihrîcana Filmên Kurdî ya Viyanayê ku bi dehan film lê hatin pêşandan bi filmên ”Sieger Sein" û "Berbû" bi dawî bû.

Rojên Filmên Kurdî ku îsal cara 10’emîn li sînemaya Votivkino ya paytexta Awûstûrya Viyanayê di navbera 7-10’ê Mijdarê hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû. Di mihrîcanê de berhemên sînemagerên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin pêşandan. Mîhrîcana Filmên Kurdî ya Viyanayê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd Feykom a Awûstûryayê ve hat organîzekirin.

Filma Solîn Yûsif a bi navê “Sieger Sein” çîroka keçeke ciwan a ku weke penaber hatiye Elmanyayê û bi futbolê ji jiyana xwe ya rojane ya xedar dûr dikeve hatiye kişandin.

Di heman êvarê de filma Sevînaz Evdikê ya bi navê "Berbû" ku li ser daweteke di nava gengeşiya êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava ya sala 2019'an de ye, hat pêşandan. Piştî pêşandanê derhêner pirsên berşdaran bersivand.

Di vekirina 7’ê Mijdarê de filmê Ozkan Kuçuk "Rojbaş" (2022) hat pêşandan. Roja din belgefilma Derya Deniz “Hêza” (2022) a ji şeş beşan pêk tê û ya Haşim Aydemir “Dema Dirîreşkan/Bogurtlen Zamani” (2021) hatin pêşandan. Roja şemiyê (09.11) Nadya Derwîs "Jinwar" (2024), Hêvî Nimet Gatar "Gotubêjin" (2024), Mano Xelîl "Cîran” (2021) û fîlmê Maria Laura Vasquez û Dersim Zêrewan "Lêgerîn" (2023) hatin pêşandan.

Temaşevanên ku hatibûn festîvalê bi dîtina van filman kêfxweş bûn.

ANF/VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.