ÎBRAHÎM IRMAK / MA / STENBOL
AKP, bi rêya gelek waliyan bi hinceta "ewlehiya cemaweriyê" konserên gelek hunermendên kurd qedexe dike. Niha jî konserên hunermendên kurd ji aliyê şaredariyên CHP'î ve tên betalkirin. Şaredariya Kuçukçekmeceyê konsera Rojda Şensesê; Şaredariya Şîşliyê konsera Diljen Ronî; Şaredariya Mûrat Paşa ya Antalyayê konsera Azad Bedran betal kirin. Konsera Xecê ya di 16'ê Mijdarê de li Erziromê, di 20'ê Mijdarê de li Agirî û di 21'ê Mijdarê de li Mûşê ji aliyê xwediyên salonan ve hatin betalkirin.
Diljen Ronî ku ji aliyê Şaredariya Şîşliyê ya CHP'ê ve bi hinceta "tamîrkirinê" konsera wî hat betalkirin wiha got: "Di van demên dawîn de min dest bi xebata albûmeke nû kir û me plan dikir ku wê li Stenbolê bi konsereke xweş bixemilînin. Di meha Tebaxê de ji bo diyarkirina dîrokê me serlêdan kir û me ji bo 6'ê Kanûnê biryar da. Me peymana fermî çêkir û piştî daxuyaniyê me bilêtên xwe li nuqteyên firotanê yên têkildar danşn. Piştre dema ku me dest bi provayê kir, xeber hat ku konser ji ber tamîrkirinê hatiye betalkirin. Lê daxuyaniyeke fermî jî nedan."
Ferqa Chp û Akp nîne
Ronî diyar kir ku betalkirina konserên hunermendên kurd ji ber bêtehamuliya li hemberî zimanê kurdî ye û got: “Qedexeyê û kurdîtiyê tînin gel hev û dema tiştek bi kurdî be, wekî ku dê li wir tiştek bibe, lê dinêrin. Di mijara zimanê kurdî de ne wek çand û hunerê dihesibînin, ne CHP û ne jî AKP tu ferqa wan tune ye. Divê dev ji vê helwêsta dudil berdin. Helbet tirsonekî jî heye. Dema em li nêzîkatiya siyasî ya CHP'ê ya li pirsgirêka kurd dinêrin, dibêjin 'Em ê pirsgirêka kurd li Meclisê çareser bikin'. Li aliyekî tu mêze dikî konserên kurdî tên betalkirin. Yanî nakokiyeke mezin heye. CHP, dibêje 'em di pêvajoya nermbûnê de ne', lê ew ne bi gel re dixwazin bi AKP'ê re vê nermbûnê bijîn."
Ji daxwazên gel fêhm nakin
Ronî bang li desthilatê û CHP'ê kir ku dest ji helwesta xwe ya qedexekirina zimanê kurdî berdin û got: "Konsertên hunermendên kurd li pey hev tên betalkirin û ji bilî çapemeniyê, tu daxuyanî ji CHP'ê aliyê CHP'ê ve nehat. Astengkirina konserên kurdî tê wê wateyê ku tu ji daxwazên gel tiştekî fam nakî û ew tiştên ku hûn dibêjin em ê bikin jî pûç dibin. Yanî hûn nikarin sibe dusibe bi argumaneke wekî 'ez ê meseleya kurd çareser bikim bên.' Ji lew re tiştên ku hûn dibêjin û hûn dikin li hev dernayên."
Ronî bang li CHP'ê kir ku dest ji helwesta xwe ya dudil berde û got: "Astengkirina konsereke kurdî, tê wateya ku hûn ji daxwazên gel tiştekî fêm nakin." Ronî destnîşan kir ku wê qedexeyên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî nikaribin rê li ber wan bigirin û bang li hemû hunermendan kir ku di vî warî de berteka xwe nîşan bidin.