Arjen Arî li Amedê bibîrtînin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Mijdar 2024 - 00:44

Helbestavanê Kurd Arjen Arî di salvegera mirina xwe ya 12’an de li Amedê tê bibîranîn. Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor bi hevra çalakiyekê li dar dixin. Di bibîranînê de ew ê muzîkjen Mehmet Atlı û Xalit Tarî jî stranan bibêjin.

Malbata Arjen Arî û Weşanên sor ji bo salvegera Arjen Arî di 17’ê Mijdarê de li ÇandAmed çalakiyekê Pêk tînin. Di çalakiya bibîranînê de ew ê Xelata Rûmetê were dayîn. Xelata rûmetê îsal didin Murathan Mungan. Ji ber îsal ti dosye ji bo xelatkirinê guncav nehatin dîtin ew ê xelata helbestê neyê dayîn. Kesên ku vê xelatê wergirtine jî ew ê tevlî bibîranînê bibin û helbestên Arjen Arî bixwînin. Her wiha ew ê hin fotografên Arjen Arî ku heta niha li ti deverê nehatine dîtin jî weke pêşangehekê hazir bin. Wekî din ew ê filmê bi navê “Bîraxane” yê ku ji hêla Bîlal Korkut ve hatiye çêkirin jî were nîşandan. Film jî behsa jiyana Arjen Arî dike.

Berhemên Arjen Arî

Ramûsan min veşartin li geliyekî (Avesta), 2000
Ev çiya rûspî ne (Avesta), 2002
Destana Kawa (Elma), 2003
Eroûtîka (Lîs), 2006
Şêrgele " (Avesta), 2008

Arjen Arî her wiha “Antolojiya Helbesta Bakûr” jî hazir kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.