‘Deftera Qetayî’ xelata Arjen Arî wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Gulan 2023 - 04:58

Weşanên Sor û malbata helbestvan Arjen Arî bi hevre her sal “Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî” li dar dixin. Pêşbirk îsal ji bo cara 10’an hate lidarxistin û encamên pêşbirkê Roja Cejna Zimanê Kurdî yanî 15´ê Gulanê hatin eşkerekirin. 

Weşanên Sor bi daxuyeniyekê da zanîn ku di pêşbirka îsal ya Arjen Arî de dosyeya Rêzan Diljen ya bi navê “Deftera Qetayî” bi ser ketiye. 

Weşanên Sor di daxuyaniyê de got; "Em li ser navê pêşbirkê û Weşanên Sor, Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêşbirk hê gelek şairên jîr bigihîne edebiyata kurdî û bi qelemên wan edebiyata kurdî bi pêştir ve biçe."

Îsal juriya pêşbaziyê ji Lal Laleş, Îrfan Amîda, Zahir Kayan, Yehya Omerî û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosya nirxandin û "Deftera Qetayî" ya Rêzan Diljen hilbijartin.

 

Rêzan Diljen kî ye?

Rêzan Diljen, sala 2000’î li Batmanê hatiye dinê. Ew niha li Wanê diransaziyê dixwîne. Heta niha helbest, çîrok, werger û nivîsên wî di malper û kovaran de hatine weşandin.

Amadekarên pêşbaziyê ligel vê, her sal Xelateke Rûmetê jî didin. Wan îsal parlementerê berê yê HDP'ê Garo Paylan hêjayî vê xelatê dît. 

Ji bo merasima xelatdayînê di demên pêş de dê agahî bêne dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.