Li Kobanê şevbihêrka hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 00:46

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna dengbêjên Hesekê şevbuhêrkeke hunerî û dengbêjî hat lidarxistin.

Di çarçoveya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê li dijî desteserkirina şaredariyan de, endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bi hevkariya Navenda Xabûr a bajarê Hesekê şevbihêrkeke hunerî û dengbêjî li dar xist. Şevbihêrk, bi dirûşma `Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin` li Kobanê hat lidarxistin.

Di şevbihêrkê de endama rêveberiya Şano ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Leyla Ehmed axivî û got: "Tu kes nikare me ji çand û kultûra me bi dûr bixe. Em ê bi çand û dengbêjiya xwe hem azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin hem jî piştgiriya xwe ji gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê nîşan bidin."

Dûre jî koma Şehîd Hogir û koma dengbêjiyê ya Kobanê stranên xwe yên gelêrî û stranên folklorîk pêşkêşî kirin.

KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.