Yekem berhemê hunerî yê ji destê robotekî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 00:44

Bi pêşketina teknolojiyê êdî ne tenê hunermend her wiha robot jî dikarin berhemên hunerî biafirînin. Di vî warî de her çend nîqaş hebe û ev berhem weke berhemên hunerî neyên dîtin jî rastiyek heye ku ev robot eynî weke hunermendên rastîn dikarin tablo û berhemên hunerî çêbikin. Ji lewma tenê ne insan her wiha alavên bi rêya teknolojiyê pêş ketine (aqilê çêkirî) jî êdî di jiyana me de ne û em her roj rastî afirîneriyeke wan a nû tên.

Hefteya çûyî ango di 7’ê Mijdarê de portreyekî Alan Turing ku ji hêla robotekî ve hatibû çêkirin Li New Yorkê (Sotheby’s) bi 1,08 milyon dolarî hate firotin. Ev portre weke yekem portreye ku ji hêla robotekî dişibe weke insanan hatiye çêkirin. 

Aidan Meller di sala 2019’an de robotekî bi navê Ai-Da çêkir. Ev robot weke yekem robotê ku bi bernameyên hişê çêkirî hatiye çêkirin tê hesibandin. Her wiha robotê herî ku dişibe insanan dîsa ev robot e. Alan Turing jî yek ji wan kesan e ku di warê bîrkariyê de gelek xebatan biriye serî û weke pêşengê bîrkariyê tê zanîn. Ji ber vê yekê Ai-Da weke rêzgirtinekê portreyê wî çêkiriye.

Navê portreyê Alan Turing “Al God” e û bi tevahî ji destê Ai-Da derketiye. Yanî Ai-Da bi xwe li ser tuwalê vî resmî çêkiriye. Al God li Cenevreyê di civîna Yekîtiya Neteweyan de jî hate nîşandan. Ev portre tenê rêzgirtina li hember Alan Turing nîşan nade her wiha afirîneriya insan û sînorên teknolojiyê jî nîşan dide. Ji xwe robot Ai-Da jî dibêje li ser afirîneriya teknolojiyê biramin û xwezaya vî tiştî bifikirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.