Barzanî lobiya Tirkan dike

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 03:15

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe ya bi Medya Haberê re da zanîn ku Barzanî ji bo siyaseta dewleta Tirk a dagirkerî û îlhaqê rewa bike, li ser navê dewleta Tirk dîplomasî û logiyê dike.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di nirxandinên xwe yên bi Medya Haberê re, derbarê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev nirxandin kirin:’’Bi taybetî ji nîvê Gulanê û vir ve bi vê konseptê şer berfireh û kûr kir. Armanca sereke ya dewleta Tirk pir zelal e. Dixwaze bigihîje sînorên Misak-i Millî. Hevalan gotin, ev ne dagirkerî ye, şerê îlhaqkirinê ye. Lê belê ev şerê dagirkirin-îlhaqkirinê bê guman ne şerekî ku di Hezîran-Tîrmehê de pêş ketiye. Di sala 2019’an de li Xakurkê destpê kir û piştre jî bi Şerê Heftanînê re ev şerê dagirkirin-îlhaqkirinê destpê kir. Di sala 2018’an de bi dagirkirina Efrînê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Piştre Girê Spî. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqkirinê ya Başûrê Kurdistanê di sala 2019’an de bi êrişkirina Xakurkê û Heftanînê dest pê kir. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqkirinê jî polîtîkaya Misak-i Millî ye. Ji xwe Devlet Bahçelî beriya niha li xwe mikur hatibû. Çapemeniya desthilatê her roj vê yekê nîqaş dike. Dewleta Tirk mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji bo xwe weke firsend û derfeteke mezin dibîne. Dibêje li her derê şer heye. Ez dikarim ji vê derfetê sûd werbigirim û polîtîkaya Misak-i Millî pêk bînim. Niha sînorên di navbera Iraq û Tirkiyê de ji holê rabûne. Sînorekî ku herêmên Kerkûk, Mûsil û Silêmaniyê digire nava xwe xêz dikin.  

Bi canê Kurdan bêrika xwe tije dike

PDK li ser xwîn û canê Kurdên azad bêrîka tije dike. Me di daxuyaniya dawî de diyar kiribû; hin kes bi vî awayî digirin dest. Weke ku di navbera PDK û PKK'ê de pirsgirêk hene; em jî nebin alîgirê van pirsgirêkan, em dûr bisekinin, em bang li wî jî bikin, li vî jî bikin, bila pirsgirêkan çareser bikin, bi çareserkirina van pirsgirêkan Yekîtiya Netewî ya Kurd pêk were. Bi rastî du xet li holê hene. Yek jî xeta xiyanetê ye. Xeteke hevkar, xayîn e. Yek ji wan jî xeta azadiyê ye. Yek ji wan bi dewlet û rejîma Tirk a qirker re şerê qirkirina Kurdên azad dimeşîne. Yê din ji bo parastina Kurdên azad her roj canê xwe feda dike. Îcar niha hûn çawa dikarin wan bixin nav heman kategoriyê û binirxînin? Çawa hûn dikarin vê yekê wekî pirsgirêka du partiyan binirxînin? Mesela 3’yê Tîrmehê Mesûd Barzanî ji nişka ve bi lez û bez çû Bexdayê. Bi gelek komên Şîa û Sunnî re hevdîtin pêk anî. Hema bêje bi hemû balyoz û sefîrên Ereb û sefîrê Îranê re hevdîtin pêk anî. Bi konsolos û sefîrê Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî. Çima ew roj çû? Me daxuyaniya vê da. Li Bexdayê derdorên girîng hene ku ji ber polîtîkayên Neo-Osmanî û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêzar bûne. Ji partiyan bigire heta burokratên cuda û beşên cuda yên civakê nerazî ne. Barzanî ji bo van bêdeng bike çû Bexdayê. Çû balyozên welatên Ereb civand û bi wan re civînek li dar xist.Niha jî ji bo rewakirina polîtîkayên dagirkerî û îlhaqê yên Tirkiyeyê û pêşî li bertekan bigire, li ser navê Tirkiyeyê bi awayekî çalak dîplomasî û lobiyê dike. Başûrê Kurdistanê firotiye Tirkiyê. 

Iraqê dara binê xwe birrî

Niha li Başûrê Kurdistanê modernîteya Tirk serdest e. Bi rêzefîlm û fîlmên xwe... Niha Başûrê Kurdistanê bûye çopa Tirkiyê. Hemû tiştên ku li Tirkiyeyê diavêjin çopê li Başûrê Kurdistanê tên firotin. Gelê Başûr ji çopê Tirkiyê xwe têr dike. Ji aliyê siyasî ve jî wisa ye. Niha tevahiya Başûrê Kurdistanê îlhaq dike. Yanî rewşek dagirkerî û îlhaqkirinê heye. Dagirkerî û îlhaqkirin wekî din çi ye? Îradeya Kurdan heye? Helwestek Kurdayetî heye? Tine ye. Ev dagirkerî û îlhaqkirin e. Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Sûdanî ji bo hin berjewendiyên qirêj, hesabên biçûk û berjewendiyên cuda yên siyasî û aborî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pejirandin. Encamên van polîtîkayan wê di rojên pêş de derkeve holê. Iraqê dara binê xwe birî. Em vê helwesta hikûmeta Iraqê bi tundî rexne dikin û red dikin. Banga min a sereke -li ser navê rêxistinê, rêxistina me, tevgera me- ji gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Iraqê, civaka Iraqê re ye. Helwesta hevkarî û xayintiya PDK’ê û helwesta dewleta Sûdanî ya rewakirin û erêkirina dagirkeriyê, zirareke mezin dide gelê Başûrê Kurdistanê û civaka Iraqê. Divê gelê me li hemberî vê helwesteke pir xurt nîşan bide. Dîsa divê rewşenbîr, nivîskar û hemû pêkhateyên demokratîk ên Ereb li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û helwesteke pir xurt raber bikin. 

Berxwedana topyekûn divê

Gerîla pir bi biîhtişam li ber xwe dide. Berxwedaneke li ser xeta fedayî heye. Lê ev bi tenê berxwedana gerîla re nabe. Em dibêjin xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê, niha dema wê ye ku em vê helwestê raber bikin. Li her derê xweparastinê, şerê gelê şoreşgerî pêş bixe û mezin bike. Em ji gelê xwe re nabêjin ku her yek ji we keleşê bigirin destê xwe, BKC bigirin, top bigirin, fuze bigirin û şer bikin. Gelê me divê li her derê ji 7’ê heta 70’ê salî rabin ser piyan. Divê serî hildin û xweparastinê pêşbixin. Dema ku ev van dibêjim û asta berxwedana heyî rexne dikim, ez nabêjim ku gelê me li ber xwe nade û xwe weke parçeyekî vê têkoşînê nabîne. Îro bi deh hezaran kes di zindanan de ne, di bin êşkenceyê de ne. Dapîr û bapîrên me yên 70-80 salî li zindanê di bin şert û mercên êşkenceyê de ne, di bin zextê de ne. Gelê me jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Helbet em van dizanin. Ev helwesteke pir bi nirx e. Têkoşîna bi şêweyê ku heta niha hatiye dayîn li hemberî vê şerê qirkirinê yê topyekûn nabe bersiv. Li dijî vê têkoşîn û berxwedaneke topyekûn pêwîst dike. Gelê me heta niha berdêlên giran dan ber çavên xwe, êşên mezin kişandin û vê têkoşînê anîn vê rojê. Ji niha şûnde jî wê ev têkoşîn bi berxwedana gelê me, berxwedana gerîla, bi tekoşîna hevpar û berxwedana topyekûn teqez bi ser bikeve. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.