Sûcên li dijî mirovahiyê ye
Sêşem 11 Sibat 2025 - 03:45
- Ji DGD'ê Gianni Tognoni diyar kir ku Tirkiye li Rojava sûcên li dijî mirovahiyê dike û got: Erdogan ji bêdengiya civaka navneteweyî hêzê digire. Ev êrîş ne tenê Kurdan di heman demê de aşitiya li herêmê jî dikin hedef.
Li Dadgeha Gel a Rojava ya ku di 5-6'ê Sibatê de ji aliyê Dadgeha Gel a Daîmî (DGD) ve li paytexta Belçîkayê Brukselê hatiye avakirin, sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Dadgerên navdar ên cîhanê, parêzer, parastvanên mafên mirovan, rêxistinên mafên mirovan, mexdûrên êrîşan û şahidên bûyeran beşdarî danişînê bûn û rapor û belgeyên giring ên derbarê binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, hatin pêşkêşkirin. Piştî dadgeha gel a du rojan, heyeta dadgehê pêş biryara xwe ragihand û bal kişand ser wê yekê ku li herêmên dagirkirî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin.
Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gelan a Daîmî Gianni Tognoni derbarê dadgehê de axivî. Tognoni diyar kir ku dadgeh zêdetir li ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê disekine ku ev yek ji aliyê çapemeniya navneteweyî ve her tim tê paşguhkirin û got:“Êrîş û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser vê herêmê êdî hatine asteke sîstematîk. Divê Rojava bi temamî li derveyî berjewendiyên Tirkiyeyê bimîne. Piştî serkeftina li hember DAIŞ'ê, bi tevlêbûna jinan avaniyeke siyasî pêk hat ku li cîhanê kêm tê dîtin. Tirkiye, ji ber ku vê çêbûna ku feyza xwe ji tecrubeyên Ocalan girtiye weke gefekê dibîne êrîşên xwe zêdetir dike.’’
Erdogan ji rewşê sûdê werdigre
Tognoni diyar kir ku yek ji armancên sereke yên dadgehê ew e ku bûyerên li herêmê diqewimin bixe rojeva navneteweyî û got: "Armanca me ne tenê nîqaşkirina fikran e, em di heman demê de dixwazin bi şahidên bûyeran re biaxivin û vê rewşê di civaka navneteweyî de belav bikin.’’Tognoni destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên li ser herêmê di heman demê de êrîşî hiqûqa navneteweyî jî dike ku jixwe Erdogan jî hêza xwe ji bêdengiya civaka navneteweyî digire û got:"Tirkiye dibîne ku hiqûqa navneteweyî li hember her tiştî bêdeng e û ew jî ji vê yekê sûd werdigire. Ya rastî dixwaze nîşan bide ku hiqûqa navneteweyî êdî ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera dewletan de bi kêr nayê. Ev li dijî hiqûqa navneteweyî, êrîşeke fermî ye."
Divê em pasîf nemînin
Tognoni anî ziman ku sûcên ku dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne di heman demê de sûcên li dijî mirovahiyê ne û got:"Îro şer bûye amûrek ku kî dixwaze bi wisa bi kar tîne. Her çiqas Erdogan li dijî Kurdên Sûriyeyê şereke fermî nede jî sûcê şer dike. Erdogan îdîa dike ku ew di navenda van tifaqan de cih digire û hin alî destûr didin ku bi rehetî tevbigere. Bi taybet di tîcareta çekan de ji vê yekê sûd werdigire. Çekan difiroşe Îsraîlê lê piştgiriya xwe ya ji bo Filistînê nîşan dide. Ev polîtîkaya şerî ya Erdogan di esasê xwe de stratejiyek e ku desthilatdariya xwe ya jixwe pir dirêj bidomîne û ji hemûyê giringtir siberojekê ava bike ku îhtîmala şer û pevçûnan lê nebe." Sekreterê Giştî Gîannî Tognonî, destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne û got:"Em hewl didin ji bo bûyerên îro tên jiyîn, baldarî û nêrîneke nû pêş bixin. Ji ber vê yekê, ya ku divê were kirin ne înkarkirina rastiyan e, divê hêzên ku amade ne destekê bidin projeya siberojê (modela Rojava) bînin cem hev. Bêguman ev yek, tevkariyeke mutewazî ye, lê bêguman yekane tişta ku niha li ser navê raya giştî dikare bê kirin e. Dadgeh yek ji wan platforman e ku vê pêkan dike û çi ji destê me tê em dikin.”
ANF/SERKAN DEMÎREL