Gabar bi dînamîtan tê tunekirin
Pêncşem 6 Sibat 2025 - 03:15
Çiyayê Gabarê ku talana neftê lê didome, bi teqandina dînamîtan bihost bi bihost tê tunekirin.
Birîna daran û talankirina xwezayê ya li çiyayên Gabar, Cûdî, Kato û herêmên Besta, Feraşîn û Qaşuran ên Şirnexê berdewam dike. Ev herêmên ku ev 4 sal in ji aliyê cerdevanan ve dar lê tên birîn û her meh ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve weke "herêma ewlekariya taybet" tê îlankirin, ev 4 sal in bi lêgerîna neftê tên tunekirin. Wêraniya neftê ya ku hikûmet bi salan pesnê wê dide, zirareke mezin dide hawirdora herêmê. Bi destpêkirina lêgerîna neftê re gelek deverên daristanî jî wêran bûn û çavkaniyên avê tune bûn.
Gabar bi dînamîtan tê tunekirin
Birîna daran a li herêmên navborî ku 4 sal in bênavber didome, di demsala zivistanê de jî didome. Li herêma Bizina ya Gabarê gelek darên sedsalî yên ku hatine birîn li qadekê hatine komkirin. Li gel birîna daran, şîrketa petrolê TPAO û kanên madenê bi teqandina dînamîtan qadên daristanî û avên kaniyên herêmê qirêj û wêran dikin. Çiyayê Gabarê, bi teqandina dînamîtan bihost bi bihost tê tunekirin.
MA / ŞIRNEX