Şaredarî vîna gel e
În 14 Sibat 2025 - 02:55
Welatiyên tev li çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Wanê bûn diyar kirin ku ew ê şaredariya xwe nedin û gotin:"Şaredarî vîna gel e û ev gel dê li kolanê xwedî lê derkeve. Roj roja yekîtiyê ye."
5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî hewl da alîkariyê bide rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan. Piştî vê biryarê, xelkê Wanê li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya nobetê da destpêkrin û çalakî di roja 3’yemîn de didome. Welatiyên tev li çalakiyê bûn, gotin: “Em şaredariya xwe nadin wan.”
Xwedî li hevşaredaran derkeve
Welatiyê bi navê Emîn Abî cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn weke zilm pênase kir û got: “Tu sûcê hevşaredarên me nînin û divê gelê Wanê xwedî li hevşaredaran derkeve û tiştê ji dest tê bikin.”
Bêdengî, koletî ye
Zekiye Kaya jî got: “Bila gelê Wanê xwedî li îradeya xwe derkeve. Ev, xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Bêdengî, koletî ye. Serkeftin dê ya gelê Wanê be. ”
Dev ji îradeya xwe bernede
Hamîde Ogrenç jî bi bîr xist ku gel bi îradeya xwe hevşaredarên xwe hilbijartiye û got: “Ev a tê kirin zilm e. Divê em li ber vê zilmê rabin. Em van kiryaran qebûl nakin. Ev gel dê tu caran dev ji îradeya xwe bernede.”
Şaredarî vîna gel e
Delîl Aksoy jî got: “ Em sepanên AKP’ê yên nenaskirina vîna gelê Kurd qebûl nakin. Şaredarî vîna gel e û ev gel dê li kolanê xwedî lê derkeve. Bila dinya dengê gelê Kurd bibihîse. Roj roja yekîtiyê ye. Bila gel bê vê derê xwedî li vîna xwe derkeve.”
Em ê her roj nobetê bigirin
Haci Şahîn jî tiştê li dijî vîna gel tê kirin weke zilm û heqaret pênase kir û ev tişt anî ziman: “Em ê şaredariya xwe nedin. Lewma em ê her roj bên nobetê bigirin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Em ê destûrê nedin
Emîn Bag jî berteka xwe wiha nîşan da: “Bi vî cezayî dixwazin vîna gel xesp bikin. Ev, zilm e. Çawa ku gelê Wanê berê nehişt vîna wan were xespkirin dê niha jî destûrê nede.”
MA / WAN