Gelê Wanê li berxwe dide

Şemî 15 Sibat 2025 - 02:50

Welatiyen Wanê ku li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di nobetê de ne, anîn ziman ku ji bo xwedî li vîna xwe derbikevin li vir in û gotin: “Em şaredariya xwe di bin dagirkeriyê de nahêlin.”

Piştî 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku 3 sal 9 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî, li pêş Şaredariya Wanê nobeta parastina şaredariyê didome. Gelê Wanê deqîqeyekê jî şaredariyê vala nahêle. Bi govend, dirûşme û stranên xwe çalakiyên xwe didomînin û li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin.

Em ê berxwedanê bidomînin

Suleyman Dûrak diyar kir ku ew ji bo şeref û namûsa xwe li ber deriyê şaredariyê ne û got: “Hewldana qeyûm ji bo me heqaret e.” Suleyman Dûrak anî ziman ku ew doza aştiyê, maf, hiqûq dikin û ne tenê doza parçeyekê, doza her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Suleyman Dûrak destnîşan kir ku ew ji bo aştiyê amade ne û got: “ Bi qasî ji min bê ez ê berxwedana xwe bidomînim. Hunermend û rojnamegerên me qetil dikin. Ev yek ne exlaqî û kîtabî ye.”

Çima qeyûman tayîn dikin?

Cevdet Tanriverdî jî bertek nîşanî hewldana qeyûm da û diyar kir ku ew ji bo vîna xwe hatiye li ber Şaredariya Wanê. Cevdet Tanriverdî pirsa ‘Madem dê qeyûm tayîn bikin, çima hilbijartinan dikin?’ wiha bersivand: “Madem hûn vîna gelê Kurd qebûl nakin, hilbijartinan jî ji holê rakin. AKP behsa aştiyê dike, heke wisa be çima qeyûman tayîn dikin? ”

Enes Kaya jî anî ziman ku ew ji bo vîn û şaredariya xwe hatine ber şaredariyê û wiha got: “Em şaredariya xwe di bin dagirkeriyê de nahêlin.” 

Serkeftina gelê Kurd e

Abdurrahman Bedîr jî bal kişand ser nobeta ji bo parastina şaredariyê hatiye destpêkirin û diyar kir ku gelê Wanê di 31'ê Adarê de dersek daye faşîzmê. Abdurrahman Bedîr anî ziman ku vîn ji bo netewan rûmet e û wiha pê de çû: “Heta bêhna xwe ya dawiyê em ê li vir bin û em ti caran ji faşîzmê re stûyê xwe xwar nakin. Bav û kalên me serê xwe netawandî ne, em jî ti car serê xwe ji faşîzm û dîktatoriyê re natewînin. Azadbûn û serkeftina gelê Kurd e.”

Wê gelê kurd li berxwe bide

Welatî Hesin Erkol jî diyar kir ku ew ji bo mûçe, rant û qoltixan li vir nînin û got ku ew ji bo şerefa xwe li ber şaredariyê ne. Hesin Erkol da zanîn ku wan di 31'ê Adarê de vîna xwe nîşan dane û bi lêv kir ku divê îro jî ew xwedî li vîna xwe derbikevin. Hesin Erkol bi domdarî wiha got: “Desthilata AKP'ê dixwaze gelê Kurd bêrûmet bihêle û em weke Kurdên bişeref ti car vê yekê qebûl nakin. Kurdên xwefiroş û bêşeref niha li kuncan xwe veşartine û ji bo rantê û berjewendiyên xwe şûrê xwe tûj dikin. Dibe ku em çawa li vir govendê girêdidin, ew jî li cihên nepen govendê digerînin. Ez bang li desthilata AKP'ê dikim, êdî bes e. Dest ji dijminatiya Kurdan berdin. Ev çend sal in li dijî gelê Kurd şer dikin, destkeftiyeke wan çêbûye? Heqîqetek bi dest xistiye? Naxêr. Wê gelê Kurd li ber xwe bide û ji bo ziman, welat, rûmeta xwe bedela xwe bide.”

AJANSA WELAT/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.