Navê nayê jibîrkirin: Azîz Koyluoglû

Duşem 10 Sibat 2025 - 03:25

Dema Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an li Rojava dest pê kir, herêm di nava bûyeran de dikelî û civak bi gavine hişyar ber bi pêşeroja ku hîna nîşneyên wê nediyar in ve dimeşiya. Di nava van tevahî guherînan de diviyabû ragihandineke azad derketa ku ev pêvajoya dîrokî ji cîhanê re ragihanda.

Di wê demê de, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) a ku di 1'ê Adara 2013'yan de hat avakirin, hewl dida rêya xwe biqelişîne, li nasnameya azadiyê û metodê û li pisporiyên rojnamevaniyê, digerî. Rola ragihandinê di guhertinê de şîrove kir û got rojnamegerî ne tenê veguhastina nûçe û agahiyan e, lê belê li hember civakê berpirsiyartiyeke dîrokî û exlaqî ye. Ev tolhildêr, Azîz Koyluoglû bû, rojnamevanê ku daxmaya xwe di her hûrgiliyeke çapemeniya azad li Rojava de daye, ye.

Li kêleka karê xwe yê edîtorî û perwerdekariyê, Azîz bi rûniştina li nivîsgehê nekir, ji yekemîn rojnamevanên berê xwe dabû qadên şer. Ji rojên destpêka şoreşê ve li eniyên şer bû. Îsrar dikir ku rojnamevanê/a rasteqîn divê di nava bûyerê de be, bi çavê xwe bibîne û agahiyên xwe ji çavkaniyên duyemîn wernegire.

Di 2013'yan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokên Til Eran û Til Hasilê li dijî Kurdan komkujî pêk anîbûn. Rojnamevan Azîz ji kesên destpêkê bû ku ev komkujî şopandin. 

Di 27'ê Cotmeha 2013'yan de, dema şerê rizgarkirina Til Koçerê ji çeteyên DAIŞ'ê hate destpêkirin, Azîz di nava bûyerê de bû û hûrgilî kêlî bi kêlî dişopandin. Bi kamereya xwe hûrgiliyên şer veguhastin, tevgerên şervanAn şopandin, bi wan re hevdîtin kirin û şehadetên wan belge kirin. Rojekê li ajansê got: "Ger hûn bi tevgera rizgariya Kurdistanê bawer in, yeqîn bikin ku Kobanê nakeve, heta ku yên êriş dikin hovên serdemê bin."

Ev ne tenê gotin bûn, lê belê baweriya wî di pratîk de xuya dikir, di raporên li ser berxwedanê û planên li dijî bajêr û Rojava de aşkera dibûn.

Hevrê Azîz Koyluoglû, di 27'ê Çileya 2025'an li herêma Ranya ya Silêmaniyê di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Li her bajarekî Rojava şagirtekî/e rojnamevan li ser destê Azîz derçûye, heye. Gelek rojnamevan jê fêr bûn ku çawa bibin dengê rastiyê û çawa bibin rojnamevanên şoreşger.

Azîz li pey xwe dibistaneke rojnamevaniyê ku di veguhastina bûyeran de xwe dispêre cesaret, analîz û pêkanîna nirxên şoreş û azadiyê, hişt.

Hevrê Azîz ne tenê rojnamevanê dida pey nûçeyan bû, lê belê şoreşgerê di nava lepên xwe de rastî hildigirt, bi hesteke tolhildêr belge dikir û kamereya şervanê ku ji mirinê natirse bû.

Azîz Koyluoglû navê ku nayê jibîrkirin, ji ber rojnamevanê ku bi xwîna xwe dinivîsîne, gotinên wê zindî ne.

ANHA/HESEN REMO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.