Pênasekirina pirsgirêka Kurd

Şemî 15 Sibat 2025 - 03:00

  • Piştî ku heyeta DEM Partî ya Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir şûnde çareseriya pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin û nirxandinên Abdullah Ocalan riya çareseriyê nîşan dide.

Di 28’ê Kanûna 2024’an de heyeta ku parlametnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder nav de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê, hevsengiya li Rojhilata Navîn diguhere, rewşa nû ya derketiye holê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi giranî tê nîqaşkirin.

Di beşa têketinê ya pirtûka ku ji 7 beşan pêk tê de Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd pênase dike.

Abdullah Ocalan di beşa yekem de diyar dike ku têgeh û teoriyên taybet ên Kurd û Kurdistanê şênber girtiye dest û got: “Dema ev tê kirin, rastiya civaka dîrokî her tim li ber çavan tê girtin. Bi vî awayî bi têgihiştineke zelaltir rast û pirsgirêka kurd têxe rojevê û gihandina çareseriyê hêsantir dibe. Mebesta min ji rehetiyê bi taybetî têgihîştina rastiya qirkirina çandî ya veşartî û fêhmkirina çareseriya tinebûnê ya modernîteya kapîtalîst e, an jî rastir rola wê ya di qirkirinê de ye. Pirsgirêka ku herî zêde di têgihiştina pirsgirêka kurd de diafirêne, têkiliya wê ya esasî ya bi pergala hegemonîk re ye. Bi taybetî girîng e ku têgînên desthilatdarî, dewlet û rêveberiyê bi şareza were pênasekirin. Wekî din, têgihîştina ferq û têkiliya di navbera dewlet û demokrasiyê de girîng e. Bêyî pênaseya rast a ferqa têgeha desthilatdarî û siyasetê, ne demokrasî û ne jî çareseriya demokratîk nayê destgirtin. Di çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî de danasîna têgînên çîn, gel û netewe jî xwedî roleke girîng a amûran e. Pêwîst e ku têgînên dewlet û civakê yên ku di bingeha van hemû têgehan de rola xwe dileyizin, li ser bingehek zanistî were diyarkirin. Pêwîst e ku pênaseya rast a hiqûq û exlaq jî li danasîna têgehên bi vî rengî yên kategorîk were zêdekirin. Tehlîlkirina rast a demokrasî û têgînên dewletparêz ên sosyalîzma reel ku xwe weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst nîşan dide, ji bo zelalkirina mijarê jî girîng e.”

Abdullah Ocalan di beşa duyemîn de wiha dibêje: “Pirsgirêka Kurd şênber neyê çareserikrin wê di çareseriyek mayîn de jî ne pêkan be. Hegemonyaya kapîtalîst bi berfirehbûna xwe ya li Rojhilata Navîn di van du sedsalên dawî de, di giranbûna pirsgirêka Kurd de roleke diyarker lîstiye. Di vê rewşê de jî mîna jenosîda Ermeniyan, mîna lêdana avê di hawanê de têkçûn pêkan e. Bi taybetî bêyî diyarkirina hemû aliyên têgihîştina faşîzma Tirk a Spî, mirov nikare têgînên komar û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê were fêmkirin. Tenê bi zelalkirina feraseta faşîzma Tirka Spî, têgînên darbeya leşkerî, wesayet, her cure rejîmên antî-demokratîk û civaka şîdetê ku hîna jî bi hemû hêza xwe hebûna xwe didomînin, bi tevahî têgihîştin. Bi taybetî jî analîzkirina têkiliya di navbera neteweperestiya sexte û cinsiyetparêz û hêzên hegemonîk ên kapîtalîst, ajantî û sazîbûna vê têgehê de girîng e. Rast têgihiştina pêkanînên qirkirinê yên li Anatolya û Mezopotamyayê girêdayî rast pênasekirina vê têgehê ye. Her wiha ev faşîzma Tirk a Spî li pêşiya demokratîkbûna komarê astenga sereke ye.”

Di pêşxistina demokrasiya Rojhilata Navîn de û ji ber vê yekê di çareseriya demokratîk a hemû pirsgirêkên civakî de rola sereke di ezmûna çareseriya demokratîk a li Kurdistanê de ye. Statûya niha ya Kurdistanê, an jî rastir, yekîtiya dîrokî ya çarenûsê ya ku Kurdan bi hebûna neteweyên tirk, ereb û fars, ku neteweyên cîranên herêmê yên sereke ne û her wiha Ermenî, Suryanî û Tirkmenan ku hêmanên wan ên navxweyî ne, pêkan dike ku çareseriya demokratîk a Kurdistanê bi bandora domînoyê li tevahîya Kurdistanê belav bibe. Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê, çareseriya Rojhilata Navîn a Demokratîk ava dike.”

Abdullah Ocalan balê dikşîne ser bandora pirsgirêka Kurd a li ser Rojhilata Navîn û modernîteya demokratîk û her wiha li ser derfetên çareseriya modernîteya demokratîk disekine. Di beşa encamê de Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd di du çarçoveyên modernîteya cuda de dinirxîne.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.