Li dij êrişên dewleta dagirker derkevin
În 7 Sibat 2025 - 03:10
Çalakger û siyasetmedarên li kantona Reqayê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine şermezar kirin û banga piştevaniya li dij êrişan kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe fireh kirine, nexasim jî bi balafirên şer û bêmirov gelek bajar û bajarokên kantonên herêmê bombebaran dike û di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn û birîndar bûn.
Çalakgerê siyasî Şewax El Elî yê ji Reqayê li ser mijarê got armanca yekemîn a berfirehkirina êrişên leşkerî derbekirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelê herêmê ye.
Şewax El Elî diyar kir ku hedefgirtina projeya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat dike ku rejîmên desthilat ji projeya demokratîk ditirsin ku li her derê belav bibe.
Her wiha endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed Derwêş jî bang li hêzên navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û NYˋyê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û rola xwe ya aktîv a rawestandina êrişên bênavber pêk bînin.
Li aliyekî din jî endamê Kongreya Îslama Demokratîk Subhî Şiyar got bi saya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bendava Tişrînê veguherî bendava şehîdan û berxwedanê.
Subhî Şiyar diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide aloziya heyî ya li Sûriyeyê firset bigire ku destkeftiyên siyasî û erdnîgarî li ser erdê pêk bîne.
ANHA/REQA