Berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê

Şemî 15 Sibat 2025 - 02:55

Rojnameger Rojbîn Denîz, êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê tê dayîn nirxand. Rojbîn Denîz got:"Berxwedana ku gel nîşan dide gelekî girîng e. Mînak berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê niha di gelek qadan de roleke diyarker dilîze."

Piştî ketina rejîma Baas'ê ya li Sûriyeyê hêzên emperyal hîn bêtir bûn xwedî gotin û Tirkiyeyê jî ji vê fêde girt û bi komên paramîlîter ên girêdayî wê dest bi êrîşan kirin. Li hember Tişrîn û Qereqozaxê êrîş hîn bêtir giran bûn. Nobeta gel a li dijî êrîşan ji 8’ê Çileyê de ye li bendava Tişrînê didome.

Rojnameger Rojbîn Denîz der barê berxwedana tê dayîn, êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hikûmeta demkî ya li Şamê hatiye avakirin, axivî. 

Pêşxistina Îslama siyasî

Rojbîn Denîz da zanîn ku serdest dixwaze pergalên nû biafirînin û got: “Nîqaşên li ser vê pergala nû ya ku dê bê avakirin berdewam dikin. Helbet hilweşandina dewletan ne hêsan e, bi destwerdanan vê yekê dikin. Hin destwerdan di encama serhildanên gel de, hin destwerdan jî bi destê hêzên emperyal pêk hatin. Hêzên emperyal feraseta Îslama siyasî pêş xistin. Helbet di serdema Muawiyeyê de bingeha pêvajoya Îslama siyasî di dîroka Îslamê de hatiye avêtin. Li aliyê din, me şahidî kir ku mezhebên ku ji bo xizmeta gel hatine avakirin, di sed salên dawî de çawa hatine guhertin û gel çawa bi kar tînin. Bi bikaranîna mezheban di vî alî de Îslama siyasî hîn kûrtir bû.”

Komên cîhadîst

Rojbîn Denîz diyar kir ku di salên dawî de El-Qaîde hatiye afirandin û bi destê wê mudaxaleyên Rojhilata Navîn dikin. Rojbîn Denîz wiha anî ziman: “Herî dawî DAIŞ hat afirandin. Ev li ser heman îdeolojiyê tên meşandin. Helbet tevgera Îxfan heye ku Îslama siyasî qebûl dike. Û ev yek bandoreke mezin li siyaseta Erdogan û Tirkiyeyê ya navxweyî û derve dike. Li aliyê din li Îranê Hizbullah û Hamas hene, ew jî Îslama siyasî qebûl dikin û hêzên bi destê hêzên emperyal hatine afirandin. Li Sûriyeyê pêşî ji aliyê El Nûsra û piştre jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hewl hat dayîn. Hin komên ku niha girêdayî Tirkiyeyê ne û di nava HTŞ'ê de jî xwedî heman îdeolojiyê ne, her çend bi navên cuda derdikevin pêş jî. Jin, gelê Kurd, gelên demokratîk û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê li dijî van komên çete li ber xwe dan, bûn hedef. Li Kobanê, Şengal, Mûsil, Kerkûk û gelek deverên din êrîş pêk hatin.”

Dîroka destpêkirina êrîşa HTŞ’ê

Rojbîn Denîz da zanîn hinek dîrok ne tesaduf in û ev tişt bi lêv kir: “Desthilatdarî tu car hema wisa ji ber xwe dîrokan tercîh nakin. Dîroka tercîh dikin watedar e. Mînak 27’ê Mijdarê dîroka damezrandina PKK’ê ye. Ji ber vê HTŞ’ê li Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin û ev di 27’ê Mijdara 2024’an de pêk hat. Ev ne tesaduf e.”

Berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê

Rojbîn Denîz got niha li Sûriyeyê du xet derdikevin pêş û wiha dawî lê anî: “Berxwedana ku gel nîşan dide gelekî girîng e. Mînak berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê niha di gelek qadan de roleke diyarker dilîze. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşan helwesta xwe ya îdeolojîk nîşan dide. Berxwedana li wir bang li hemû gelên Sûriyeyê dike. Îro di nava wê berxwedanê de rojnameger, dayik, ciwan û hemû beşên civakê hene. Berxwedana li wir wê qedera Sûriyeyê diyar bike. Li herêmê rastiyek derket holê. Rojnameger ji bo şopandina vê heqîqetê di rê de dimeşin, hemû astengî û heta mirinê jî didin ber xwe. Hewldanên heval Nazim û Cîhan ên ji bo ronîkirina rastiyan li wir jî bû sedema avakirina tiştên mezin. Îro jî ev rastî li her derê tê îfadekirin. Li aliyê din hevalê me yê rojnameger Aziz Koyluoglu kedeke mezin daye û ruhekî ji bo îfadekirina heqîqetê afirandiye. Hikûmet ji bo ku rastî dernekevin herî zêde êrîşî çapemeniyê dikin. Em şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza ku em ê bibin xwediyê mîrateya wan em didin. Ez ê pênûs, kamera û ramanên wan ên ku heqîqetê îfade dikin mîras bigirim.”

JINNEWS/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.