Nameya Rêber APO gihîşte me

Şemî 15 Sibat 2025 - 03:40

  • Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku wan nameyek ji Rêber Apo wergirtine û destnîşan kir ku Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bikişîne ser zemîna demokratîk.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a Stêrk TV de axivî û beriya daxuyaniya ku tê payin Rêber Apo bike, nirxandin kir. Hevpeyvîna ku bi Cemîl Bayik re hatiye kirin bi vî rengî ye:’’Yanî me ragihandinên Tirkiyeyê dişopand û me hinek encam jê derdixistin. Nameyek jî pêş ket. Li ser vê hinek haya me jê çêbû. Wekî min gotî, Rêber Apo dixwaze pêngava ku berê avêtiye bigihîne armanceke mezintir. Dixwaze vê pêngavê kûr bike. Pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derxe têxe zemîna demokratîkbûnê. Li ser vî esasî karekî dimeşîne. Hinek daxuyaniyên tên dayîn û nîqaşên tên kirin li ser gel, demokratan û sosyalistan bandoreke erênî çêdike. Heta coşekê çêdike. Meriv vê yekê dibîne. Li ser me jî bandoreke  erênî çêdike. Coş û kelecanekê çêdike. Rêber Apo însiyatîfek girtiye û dixwaze ji bo gelan vê însiyatîfê bi kar bîne, divê her kes destê Rêber Apo xurt bike. Wê demê ew armanc pêk tê. Rêber Apo dixwaze gavên demokratîkbûnê pêş bixe. Daxwaziyên jin, ciwan, gelên bindest û sosyalistan pêk bîne. Divê her kes xwedî li vê pêngavê derkeve. Rêber Apo ji bo her kesî pêngavan pêş dixe. Dixwaze pirsgirêkên heyî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn li qadên navneteweyî çareser bike. Li ser vî esasî têkoşînê dimeşîne. Ev armanc, armanca her kesî ye. Her kes dixwaze şer xelas bibe û demokatîkbûn çêbibe. Ger her kes vê dixwaze divê her kes xwedî lê derkeve. Divê vê têkoşînê tenê ji Rêber Apo re nehêlin. Her kesî barê xwe avêtiye ser Rêber Apo. Ev barekî pir giran e. Rêber Apo di nava şertên Îmraliyê de dixwaze bibe bersiv, dixwaze hêvî û daxwaziyan pêk bîne. 

Lazim e Rêber APO azad bibe

Cemîl Bayik derbarê rewşa tecrîdê de jî wiha axivî:’’Niha Bahçelî û heta Erdogan ji bo Rêber Apo bangan dikin. Wexta ku di şertên Rêber Apo de guhertin çênebe, Rêber Apo bi azadî têkoşîne neke wê çawa wan hêviyan pêk bîne? Ev ne mumkun e. Niha dest û piyên Rêber Apo girêdayîne, avêtine nava hawizekî û dibêjin tê de hereket bike. Te dest û ling girêdane û te xistiye nava hawizekî wê çawa di vir de hereket bike? Wê çawa hêviyan pêk bîne? Lazim e tecrîda mutlaq rabe û Rêber Apo azad be. Ji aliyekî bangan bikî û ji aliyê din ve jî şer berdewam bikî, tê qeyûman pêş bixî, girtin û komkujiyan bikî, tê her derê bombebaran bikî û zimanê ku dişixulînî û pratîka dikî çi dide diyar kirin? Yên ku dixwazin şer biqede divê şertên Rêber Apo biguherîne. Divê sîstema Îmraliyê ji holê rakin. 

Hin alî dixwazin sabote bikin

Niha li Tikiyeyê hinek dixwazin pirsgirêk bi riyên hiqûqî û siyasî çareser bibin. Gihîştine wê baweriyê. Lê belê ev hîn ne xurt in. Hinek naxwazin pirsgirêk bi riyên siyasî û hiqûqî çareser bibe.  Li dijî wê disekinin û sabote dikin. Vana  hîn jî li Tirkiyeyê hem di nava dewletê û hem jî di desthilatiyê de xurt in. Mesela AKP vê yekê îfade dike. Heta niha Rêber Apo ji bo pirsgirêkê ji zemîna şer derxe gelek caran yek alî gav avêtin. Her tim sabote kirin, lîstik lîstin û her kesî xapandin. Mumkune vê carê jî hinek bixwazin lîstikan çêbikin, xapandinê çêbikin. Lê belê tevgera di vî alî de xwedî tecrube ye. Gelê me jî xwedî tecrube ye. Ger bixwazin lîstikan bikin jî êdî nema dikarin bikin. Dikarim vê bi rehetî bibêjim.

Çapemeniya azad paşve gav navêje

Niha ji bo hevalê Azîz Koylûoglû ez hurmet û minetdariya xwe diyar dikim. Di şexsê wî hevalî de jî tevahî şehîdên ragihandinê bi bîr tînim, hurmet û minetdariya xwe ji bo wan diyar dikim. Eger ku dewleta Tirkiye wan hevalan hedef girtiye, sedema vê ew e ku van hevalan rastiya wî derdixistin. Yanî dewleta Tirk naxwaze ku rastiya wan her kesekî fêm bike. Şerekî pir gemar, qirêj dimeşîne. Naxwazin ku eşkere bibe û her kes fêm bike. Dixwaze kes pê nehese. Gelek derewan dikin, dixwazin her kesî bixapînin. Her ku kuştinan dikin, endamên ragihandinê wê dikin sedem ku rastiya dewleta Tirk zêdetir derxin holê. Wiha jî diaxivin, dibêjin em bi kuştinan xilas nabin, em gava jî paşde navêjin. A ku ji ragihandinê tê xwestin ev e. Ez spasiya wan dikim. 

Dengê xwe û Rêber APO bikin yek

Niha tê zanîn ji bo 15’ê Sibatê li her cihekî çalakî hene, ev çalakî divê ev sal mezintir bibin, lazime jî mezintir çêbibin. Li Strasbourg çalakî heye, meş heye, banga min ew e ku her li ku derê be her kesek lazime ji bo 15’ê Sibatê bimeşe, tevlî bibe, di mitîngê de bi hejmarê pir mezin bigihin hev. Lazim e dengê xwe û dengê Rêber Apo bikin yek. Wexte azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çêdibe, wexte pirsgirêka Kurd dikeve çareseriyê, demokratîbûn, azadîbûn tê jiyankirin. Li ser van esasan ez spasiya hemû çalakvanan dikim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim, lazim e bi qerar bi cesaret bimeşin, li dijî 15’ê Sibatê, li dijî komployê bisekinin, vê rojê veguherînin rojekî pirsgirêkê Kurd çareser kirinê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.