‘Barê me ji her demê girantir e’

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Adar 2025 - 02:20

Tevgerên çanda Kurd TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn li ber Parlamenta Ewropayê daxuyaniyek dan û xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derketin.

Piştî daxuyaniya KCDK-E û TJK-E ya li Brukselê TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hunermendên ji tevgera çandê beşdarî daxuyaniyê bûn û bi navê hunermendan Hozan Hekîm Sefkan got, "Em jî weke tevgera çandê ya demokratîk û tevgera çandê ya Mizgîn li vê derê bi gelê xwe re ne û tevlî kêfxweşiya wan bûne."

Hekîm Sefkan got, "Barê me êdî ji her demê bêhtir giran e. Rêber Apo gotibû, ew berpirsyariyê hemûyî dide ser milê xwe. Divê em vî barî sivik bikin û û li tevahiya Ewropayê bikevin binê vî barî. Em zanin ku pêkanîna aştiyê ji şer zehmetir e."

Hunermendan bi hev re dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriyan û piştre strana 'Hoy hoy Apê me' gotin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.