Bar giran e Êzîdî dilsoz in
Yekşem 16 Nîsan 2023 - 16:30
- Hevserokên nû yên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Naîf Şemo û Cîhan Celo dibêjin erka wan barekî giran e, lê ew ji bo xweseriya Şengalê tişta ji destê wan tê bikin.
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL
Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Naîf Şemo û Cîhan Celo hîna nû di Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê ya 5´an de hatin hilbijartin. Wan got, ew ê baweriya gel bi cih bînin û ev peyam dan: “Ev barekî giran e li ser milê me, lê em soz didin gelê xwe ku em ê bi erka xweseriya Şengalê rabin.”
Li nehiya Sinûnê ya ser bi Şengalê dawiya hefteyê Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) a 5´an bi rê ve çû. Kongrê hem bi beşdariya xwe ve hem jî bi peyam û biryarên xwe ve ji bo têkoşîna Şengala xweser û azad merheleyeke nû da destpêkirin. Rasthatina kongrê bi Cejna Çarşema Serê Nîsanê jî, hêvî û bendewariya destpêkeke nû xurttir kirin.
Di kongrê de hevserokên meclîsê, cîgirên hevserokan û 101 endamên meclîsa giştî hatin hilbijartin û wan bi sûndxwarinê dest bi kar û xebatên xwe kir. Hevserokên nû yên meclîsê û beşdarên kongrê, peyamên xwe ji bo dema nû, eşkere kirin.
Ji bo xweseriya Şengalê wê bixebitin
Hevserokê nû yê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Naîf Şemo yek ji kesayetên nas ên Şengalê ye, ji bo baweriya bi vê erkê malavahiya gelê Şengalê kir û got, “Gelê me bawerî da me, ev barekî giran e li ser milê me, lê em jî soz didin civaka Êzîdî û gelê Şengalê ku vê erk û berpirsyariyê bi cidiyet pêk bînin.”