Bajarokê Koyê dikeve dikeve navbera her sê parêzgehên Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê de. Bajarokê Koyê ji ber ku dikeve navenda Herêma Kurdistanê, ji demên kevin de navendek giring a bazirganî û lihev komkirina bazirganên herêmê, navçeyên navîn û başûrê Iraqê bû. Niha ev bajarok yek ji rêyên sereke yên bazirganiyê ye. Heman demê de xwedî neft û herêmên çandiniyê ye. Lê Koyê bi xwe bi ti awayî ji xêr û bêra xwe sûd nagire, tenê di nava toz û dumanê de ye.
Cihên dîrokî hildiweşin
Di derbarê rewşa bajarokê Koyê de mamostayê Zanîngeha Koyê Sabir Heme Teha bal bire ser paşguhkirina bajarok û got;“Bajarokê Koyê, bajarokek kevin e. Cihê zanist, leheng û welatparêzan bû. Lê ev dîrok û giringiya wê ti bandora xwe li ser bajarok nebû. Ji ber ku niha herkes dibîne Koyê çiqas bê serûber e û ti xizmetek jê re nayê kirin.”
Mamosta Sabir her wiha da zanîn ku ji ber vê bêxemiya beramberî Koyê, di warê zanistî de paşdemaye, ji ber ku hemû berpirsên hatine bajêr tenê di xema pereyê di berîka xwe de bûn. Niha ev bajaroke di warê av, elektrîk, rê û di warê din ên avahîsaziyê de di astek herî xirab de ye. Li ser vê yekê gelek caran xelkê bajarok xwepêşandanan lidar dixe, lê hîna wek pêwîst bersivek nehatiye dayîn. Ji bilî nebûna xizmetgûzariyê bajarokê Koyê gelek cihên dîrokî yên ku digihijin beriya bi hezaran salan heye, lê ev cihên dîrokî niha li ber hilweşîn û tûnebûnê ne û hikûmet jî berê xwe nade. Yek ji wan jî Xana Koyê ye, beşek zêde ya dîwar û bingehên wê hilweşiyane ku ger di zûtirîn dem de neyê nûjenkirin, metirsiya tûnebûnê li ser heye.
Herêma 140 a herêmê ye
Di meha Mijdara sala 2022’yan de Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di konferansekê li xwe mikûr hatibû ku bajarokê Koyê navbera PDK û YNK’ê de bûye qurbanî û wiha gotibû:“Mixabin bajarê Koyê bûye herêma 140 (herêmên bi nakok) li Herêma Kurdistanê, di warê îdarî de li ser PDK’ê ye, lê di warê çandî de li ser YNK’ê ye.”
Mamostayê Zanîngeha Soran Dr. Bijar Osman pirtûkek li ser mezinê Koyê Heme Axa nivîsiye ku tê de diyar dike di kevin de Koyê di astek gelek pêşketî de bû. Wek mînak nîşan dide ku di dema desthilatdariya Osmaniyan de, bajar navenda bazirganî, zanist û navenda îdarî ya gelek bajar û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê bû, wê demê li rex Hewlêr û Kerkûkê bû, lê mixabin niha bajarekî wêran e ku şiklê bajar jî nediyare. Asta xizmetgûzariyê gelek xirab e. Ger ku tenê em li Hewlêrê temaşe bikin, niha cadeyek 150 m heye, lê di heman demê de li Koyê ti rêyek du alî/ber nîne. Koyê di hemû serdeman de berdêlên mezin ji bo Kurd û Kurdistanê daye. Ti şoreş û raperîn nîne ku vî bajarî tê de xwîn ne rijandibe. Lê di berdêla vê de xizmet ji qurban re nehate kirin, ev yek jî ji ber sedemên siyasiye ku bajar ketiye navbera du rêveberiyan de.”
Bajarokê Koyê di warê îdarî de li ser parêzgeha Hewlêrê ye, lê di warê desthilatî de li ser herêma kesk e û desthilata YNK’ê li ser heye. Ji ber nakokî û pevçûnên navbera PDK û YNK’ê de, bajar bê xizmet e û ji hemû xizmetgûzariyan bê par maye.
ROJNEWS/KOYÊ