Bahola Sor bû bernamzetê Oscarê

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Çile 2023 - 01:02

Filmê Îranî ya bi navê "The Red Suitcase” (Bahola Sor) ji bo Oscarê weke bernamzet hate neqandin. Film balê dibe ser jiyana jineke ciwan. Derhêner Cyrus Neshvad ev filmê xwe yê kurt diyarî jinên Îranê kiribû. Film ji bo Xelatên Akademiyê yên 95´an di beşê “Kurtefilmê herî baş ê aksiyonê” bû bernamzet. Filmê beriya 3 rojan di lîsteya Oscarê de cihê xwe girt. Dîmenên vî filmî sala 2021’ ê li balefirgeha Luksemburgê di şeş rojan de hatine girtin. Film balê dibe ser jiyana jineke ciwan a Îranî ya 16 salî ya ku bi bahola xwe ya sor di cihê kontrola ewlekariyê re derbas dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.