Azadiya Ocalan wê guhartinên mezin bîne

Şemî 10 Sibat 2024 - 00:10

OMER AKIN / MA / ŞIRNEX

Parêzer Sertaç Ozkan têkilî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan aşkere kir ku ew weke gelek hevalên xwe ew ji tendiristiya fizîkî ya Ocalan bifikar in, bi vê mebestê li gel hezar û 330 parêzerî wan serî li Wezareta Dadê dane, encama serlêdana wan bi rewşa hiqûqî ya Tirkiyê ve girêdayî ye û Wezareta Dadê ya Tirk wê pêvajoya serlêdanê diyar bike.

 Ozkan têkilî tecrîda mitleq a li ser Rêber Ocalan ji du aliyan ve were nirxandin, ku aliyek vê têkildarî hiqûqê û aliyê dî jî aliyê siyasî yê Ocalan e. Ozkan got dewleta Tirk ji mêj ve ye pîvanên hiqûqî binpê dike, rewşa heyî vê jî vê nîşan dide, dewleta Tirk nema qanûnên xwe yên înfazê jî bi cih tîne. Ozkan bi domdarî bal kişande ser aliyê siyasî yê Ocalan û got,’’Aliyê siyasî yê birêz Ocalan jî heye. Birêz Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Di çarçoveya pirsgirêka kurd de kesekî pir girîng e. Ew kes e ku peyva wî esas tê girtin. Ev ne tenê ji aliyê me ve, ji aliyê dewletê ve jî tê dîtin.

Naxwazin dengê Ocalan were bihîstin

Di pêvajoya çareseriyê de çûyîna heyetan a Îmraliyê, esasgirtina nêrînên birêz Ocalan girîngiya wî ya di çarçoveya pirsgirêka kurd de nîşan dide. Ji ber vê yekê yên ku niha sûdê ji pêvajoya şerî sûdê digirtin, naxwazin dengê wî di aliyê siyasî de were bihîstin. Bê guman li ser rewşa heyî nêrînên wî yên girîng hene. Lê biryareke siyasî ya bi vî rengî tê cîbicîkirin ji bo ku ev nêrîn û raman negihên raya giştî."

 Ocalan rê li aştiyê vekir

Ozkan têkilî Meşa Azadiyê ya Mezin jî got,’’Girseya ku beşdarî vê çalakiyê dibe, li erdnîgariyeke ku 40 sal şer lê diqewime dijî. Gelek êş, travma û serpêhatiyên van mirovan hene. Lê em dibînin tevî van tiştan jî ev gel di aştiyê de israr dike, ev gelekî girîng e. Yê ku rê li ber aştiyê vekir birêz Ocalan e. Me berê jî ev yek dît. Xwedîderketina li birêz Ocalan, tê wateya parastina aştiyê.’’

Azadiya Ocalan wê guhartinên mezin bîne

Ozkan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gava azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin, wê li Tirkiyeyê guhertineke mezin çêbibe. Lewma azadiya fizîkî ya Ocalan tê wateya azadiya Tirkiyeyê. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan tê wateya pêşîgirtina li hemû krîzên aborî û siyasî." 

 Pirsa Kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe 

Ozkan herî dawî bang li rayedarên dewleta Tirk kir û got,’’Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke wiha ye ku bi şer û çekê û her cure sûcan were nixumandin. Ev pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe. Pêwîst e rojek berî rojekê rêya ber bi aştiyê ve diçe bê vekirin. Ji bo aştî bê vê xakê ji destê kê çi bê divê bike. Bi taybetî divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û nêrînên birêz Ocalan bi raya giştî re bê parvekirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.