Azadî di qonaxa pêkhatinê de ye
Duşem 25 Mijdar 2024 - 03:10
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew dixwazin sala 47'an a PKK'ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û got: Ev yek heta niha têkoşînek bû, lê niha di asta pêkhatinê de ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya sala 47'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.
Kalkan derbarê rastiya şer a di nava PKK’ê de, gerîlatiya modern a profesyonel, çalakiya li hemberî TUSAŞ’ê û xeta fedayîtiyê ya di nava PKK’ê de nirxand û wiha got:’’Rêxistinên din, yên ku bi îdîaya pêşengiya ji Kurdan re rabûn, gelek tiştên nêzî hev gotin. Rêber Apo tiştekî din got. Taybetmendiyeke bingehîn a ku Rêber Apo ji wan cuda dike ew e ku di vê mijarê de şaşitî nekir. Rastiya Kurdan, rastiya Kurdistanê bi rengekî rasteqîn nirxand, ya herî girîng jî di nava vê rastiyê de wêrekiya ji bo têkoşînê, fedakariya ji bo têkoşînê destnîşan kir. Li ser vê bingehê dijmin nas kir, teoriya zordariyê, şer, desthilatdarî û sîstema dewletê, şerkeriya wê analîz kir. Şerê parastina rewa yê li hemberî vê analîz kir û gerîla li ser vê bingehê weke rêbaza bingehîn a ku yê lawaz karibe li hemberî yê xurt bi ser bikeve, ji aliyê fikrî ve dît, ji xwe re kir esas û xwe bi hişmendiya gerîla, bi rêbaza gerîla perwerde kir, bi rêxistin kir. Li gorî rewşa xweser a Kurdistanê nûbûn hate kirin. Teoriya gerîla afirand. Rêber Apo ne bi rengekî teorîk ew bi wî rengî pênase kir, ne jî di pratîkê de HRK, ARGK, HPG di xeta leşkerî ya teng de xwe bi rêxistin kir. Teqez bû hêzeke îdeolojîk, polîtîk û çalakiyê. Bi guhertina paradîgmayê re Rêber Apo têkoşîna hevgirtî ya çiyê, bajar û deştê destnîşan kir. Civak li ku be, hêza parastinê li wir e. Niha têkoşîneke xweparastinê û pêşengiya gerîla heye ku li ser vê bingehê pêk tê. Pêşengiya gerîla ji her demê bêhtir profesyonel e. Milîtaniya partiyê ye.
Divê ders ji TUSAŞ’ê bê derxistin
Asta wê ya herî bilind jî çalakiya li hemberî TUSAŞ'ê bû. Hêza ku çû wê çalakiyê ji xwe milîtanên Tabûra Nemiran bûn. Ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî ve hêza herî profesyonel û perwerdekirî ye. Hêzeke welê ye ku ti astengiyê nas nake, hemû astengiyan ji pêşiya xwe radike û serketinê pêk tîne. Ti hêzê nekarî bisekinîne. Bi piştgiriya ji NATO, ji Rûsya, ji filan bêvan deverê wergirtî rejîma AKP-MHP'ê û dewleta Tirk nekarî Asya Alî û Rojger Hêlîn rawestîne. Gerîlatiya profesyonel bi vî rengî ye. Niha aliyên siyasî û leşkerî yên vê yekê têne nîqaşkirin. Komara Tirkiyeyê jî, her kes jî hejand. Dewleta Tirk digot, 'ez her tiştî asteng dikim'. Digot, 'Min teror qedand'. Eşkere bû ku nekarî tiştekî bike, nekarî ti cihî biparêze. Milîtanên ku li ser xeta Apoyî xwe perwerde, bi rêxistin kirine, xwedî wêrekî û fedakariyê ne, li ser vê bingehê bi zanebûn tevlî bûne, ti hêz nikare wan bisekinîne. Ti hêz nikare wan rawestîne. Xet ji bo gerîla destnîşan kir. Xeta ku Rêber Apo ji bo wê digot 'teknîka herî mezin mirov e' xist meriyetê. Rêber Apo got, 'gul a bê sitirî nîne'. Teoriya gul afirand. Eger hûn dixwazin bibin gul divê li aliyekî we sitrî hebe. Ji bo karibe weke gul bedew bimîne, divê sitiriyê te hebe ku bi destê dirêjî te bibe rabe! Ji bo Kurdan, civaka Tirkiyeyê û ji bo dewleta Tirk jî nîşan da ku ji bilî hêza çareseriyê ya Rêber Apo ti hêzeke din a çareseriyê nîne. Nîşan da ku tiştên ji bilî vê weke çare bê nîşandan wê felaket be. Ji ber vê yekê ji aliyê siyasî ve tişta ku em dikarin bibêjin ew e ku her kes bi aqlê selîm tevbigere. Em dikarin bangeke bi vî rengî bikin.
Kurdistan navenda guhertinê ye
Duran Kalkan derbarê têkoşîna sala nû de jî ev nirxandin kirin:’’Nêzî 35 salane, di navbera statukogeriya netew dewletan de Şerekî cîhanê diqewime. Şerê cîhanê yê sêyemîn. Tê xwestin, sîstema Rojhilata Navîn a ku di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê beriya 100 salî li ser bingeha sîstema netewe dewletê bi pêşengiya Tirkiye û Îranê hate avakirin, li ser bingeha sermayeyê ku karibe hîn bi lez û hêsanî tevbigere û mêtingeriyê bike, di çarçoveya projeya rêya enerjiyê ya nû ya xwe dispêre lihevkirina Ereb-Îsraîlê jinûve bê avakirin. Statukoparêziya netew-dewletê li ber xwe dide, lê teqez nikare pêşî lê bigire. Li Xezeyê derket holê, niha li Lubnanê. Dibe ku li Sûriye be û sibê li Tirkiyê bibe. Cihê xwe di nava vê sîstemê de nîne. Kurdistan navenda avakirina alternatîfekê ye ku wê dawî li vî şerê cîhanê bîne û pêşî lê bigire. Divê em bi vî awayî fêm bikin û bibînin. Di vir de hin derdor hene, dibêjin, hêza afirîner a bingehîn a aştiyê ye. Li ser vê bingehê Rêber Apo weke rêberê aştiya cîhanê pênase dikin. Ji bo vê jî divê tavilê sîstema Îmraliyê bê hilweşandin, ji bo rewşa Rêber Apo destwerdanek çêbe. Bangên rast û mafdar in. Niha, rola PKK'ê di vê rewşê de çi ye? Me li dijî hemû êrîşan bi hemû cûre cesaret û fedekarî li ber xwe da. Rêber Apo li ber xwe da. Gerîlayê qehreman li ber xwe da, li Zapê, li Metîna, li Xakurkê, li Avaşîn, li Bakur li ber xwe da. Em gihîştin wê asta ku encamên girîng bidin. Armanca sala 47'an a PKK'ê bêguman ev e. Wê sîstema êşkenceyê û tecrîdê hilweşîne. Wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misoger kirin. Em difikirin ku di vî alî de em gihaştine asteke ku encamê werbigirin. Ji ber ku dijmin gihaye asta tinebûnê û hemû îmkanên xwe bikar anî. Êdî ew weke ku heta niha kirine nikarin yekîtiya di nav xwe de biparêzin û jixwe nikarin biparêzin. Eger vê bikin, wê di nava xwe de hê bêhtir rizandinê bi pêş bixin û ew ne di pozîsyoneke welê de ne. Bi sûdwergirtina ji van valatiyan re em armanc dikin ku vê sala 47'an bikin sala têkoşîneke mezintir, qezenceke mezintir, bikin sala mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd. Ev yek berê dirûşmeke propagandayê bû. Niha jî dirûşmeya çalakiyê ye. Pêvajoyeke krîtîk e, divê em baldar bin. Pêwîst e di tedbîran de şaşitî neyên kirin, lê pêwîst e têkoşîn Li her qadê bê pêşxistin. Divê em sala 47'an a PKK'ê bikin sala ku têkoşîna azadiyê li her qadê geş dibe û serketinên mezin bi dest dixe.’’
BEHDÎNAN