Di mirina Rojînê de hinek tên parastin

Şemî 23 Mijdar 2024 - 02:30

Parêzer Ebru Demîrtepe der barê xwendekara zanîngehên Rojîn Kabaîş ku winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin da zanîn di mirina Rojînê de hinek tên parastin û got:"Divê em jin zêdetir li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin. Divê em bi dengekî bilind û têkoşîna bê navber li dijî qetilkirina jinan rawestin."

Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) ya pola yekemîn a beşa Pêşketina Zarokan Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê îlonê de saet di 18.30’an de ji wargeha Keçikan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya kampusê derket û carek din agahî jê nehat girtin. 18 roj şûnde cenazeya wê li perava Molla Kasim a 20 km dûrî zanîngehê hat dîtin. Otopiya peşîn li Saziya Tipa Edlî ya Wanê hat kirin û cenazeyê wê li Amedê hat definkirin. Lê heman rojê biryara veşartiyê anîn ser dosyaya wê û pêş otopsî nehat parvekirin. Di otopsiya pêşî de sedema mirina wê nehat zelalkirin lê hatibû hînkirin ku laşê wê şîn bûye û laşê wê xera bûye.

Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê  parêzer Ebru Demîrtepe derbarê pêvajoya lêgerîna Rojîn Kabaîş û biryara veşariyê de axivî.

Lêpirîn bi baldarî nehat kirin

Ebru Demîrtepe wiha dirêjî dayê: “Di lêpirsînê de xeleta binpêkirinan heye. Lêpirîn bi baldarî nehat kirin. Lêkolînkirina telefonê nehat kirin an jî pir dereng man. Lêkolînkirina dîmenên kamerayan baş nehat kirin.”

Mirina Rojînê bi guman e

Ebru Demîrtepe got hevalên wan ên dosyayê dişopînin îtîrazê biryara veşartî kirine. Ebruyê wiha bi lêv kir: “Mirina Rojînê bi guman e. Mirinek bi guman mijara gotinê ye lê amîrê mulk û rektor ji daxuyaniyê direvin. Ev nikare bê qebûlkirin. Walîtî û rektor wek temaşevan in.”

Hinek tên parastin

Ebru  Demîrtepe daxuyakirin ku bi biryara veşariyê re pirsa "Gelo hinek tên parastin" tê hişê mirovan û wiha bi lêv kir: “Li herêmê bi polîtîkayên şerê taybet  tundiya li ser jinan zêde bûye. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên ji bo unîformayiyan, nelêpirsînkirin mijara gotinê ye. Sedema gumana me polîtîkayên li herêmê tên meşandinê ne. Piştî me daxwaz kir li gundê nêzî wir lêkolîn hat kirin. Hinek dikarin delîlan tunne bikin. Berê gumanan dikarin bidin aliyê din. Lê her tim li ser întîxarê sekinîn.” 

Em çareya hev û din in

Ebru Demîrtepe wiha dawî lê anî: “Divê em jin zêdetir li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin. Divê em bi dengekî bilind û têkoşîna bê navber li dijî qetilkirina jinan rawestin. Em çareya hev û din in. Yên me ji vê tundiyê biparêze em in, têkoşîna me ye.”

JINNEWS/ WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.