Xala 90’an a destûra bingehîn bes e
Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:47

Pêvajoya ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO dest pê kir, piştî gavên Tevgera Azadiya Kurd, endamên DEM Partî, MHP û AKP'ê yên di nava Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê di 24'ê Mijdarê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêber APO re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin a ku wekî destpêkeke nû ya pêvajoya xitimî hat nirxandin, di heman demê de Meclisê cara yekemîn di pirsgirêka Kurd de Rêber APO di asta fermî de wekî muzakerevanê sereke nas kir. Parêzer Abdulselam Duran ê ku hevdîtin nirxand, got ku hevdîtin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Duran, hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re "erênî" dît, bal kişand ku hevdîtin xwedî "girîngiyeke dîrokî" ye û got:“Ger bibe wesîleya avêtina gavên piştre, li gorî fikra min ev hevdîtin xala destpêkê ye. Di vê qonaxa dîrokî de divê CHP jî bi vê berpirsyariyê tevbigere. Helwesta bêdeng a CHP'ê ya li hemberî qeyûmên berê li aliyekî, civakê hîna gotina 'li dijî destura bingehîn e lê em ê bibêjin erê' ji bîr nekiriye. Îro helwesta CHP'ê ya li hemberî vê firsenda dîrokî ne rast e, bi awayekî hêsan û pragmatîst nêzîk bibe û bibêje 'li dijî me bêhiqûqî heye, em vê jidil nabînin'. Li aliyê din rola CHP'ê li vir diyarker e û girîng tê dîtin.”
Hevdîtin gava yekem e
Duran, hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber APO re wekî "destpêk" pênase kir û di çareseriya pirsgirêka Kurd de wekî "gava yekem a hatiye avêtin" nirxand û got.“Hevdîtina komîsyonê bêguman girîng e lêbelê tişta ku divê ji îro û şûnde were kirin ew e di çarçoveya qanûnî û destura bingehîn de ji bo çareseriya van pirsgirêkan binesaziya pêwîst bê amadekirin û verastkirinên qanûnî yên hewce bên amadekirin. Êdî divê binesaziya hiqûqî û polîtîk a pêwîst di çarçoveya qanûnî, xebatên Meclisê û komîsyonan de dest pê bike. Destûra bingehîn a 1921, 1924, 1960, destura bingehîn a 1982 a darbeyê tevî ku bi hezaran car hatiye pînekirin hîna jî radiweşe. Bi vê destura bingehîn ne pêkan e ku verastkirinên hiqûqî bigihîjin serkeftinê.” Duran diyar kir ku mafê hêviyê, bêyî hewcedariya guhertinên qanûnî di çarçoveya xala 90'emîn a Destûra Bingehîn de verastkirin dikarin werin kirin û got:“Îradeyeke siyasî ya têrker, zemîneke darazê ya serbixwe bes e. Di esasê xwe de çavkaniya vê pirsgirêkê di warê bicihanîn an bicihneanîna hiqûqê de ye. Welatekî ku berê xwe daye Yekitiya Ewropayê (YE), girêdariya PMME'yê qebûl kiriye, heke hiqûqen bibêje ‘ez vê biryarê pêk nayînim’ ev keyfî ye. Li derveyî hiqûqê ye.”
Divê hiqûqa tevahî esas bigirin
Duran bal kişand ser nirxandina Abdullah Ocalan a “Pirsgirêka Kurd bi hiqûqa tevahî dikare bê çareserkirin” û got:“Hiqûqa tevahî her çiqas di warê têgehî de nû be jî pergaleke hiqûqê ye ku pêkhateya civakê li ber çavan digire. Pergaleke hiqûqê ye ku exlaqê civakê, rêgezên gerdûnî û li aliyê din jî rêgezên herêmî li ber çavan digire. Mirov û edaletê digire navendê. Entegrasyona demokratîk jî di nav de gelek pergalan di nava xwe de dihewîne, lê di cewherê xwe de ji hiqûqa normatîf û hiqûqa pozîtîf cudatir vê dibêje: Mirovê ku rûbirûyê hiqûqê, rûbirûyê cezayê hiqûqê maye, rûbirûhiştina wî ya bi hiqûqê re bêyî ku mercên wî yên civakî li ber çavan bên girtin, bi rêgezên edaletê re, bi rêgezên wîcdanî re, bi hestên mirovî re nagunce. Di verastkirinên hiqûqê yên ku di demen pêş de tê plankirin, pêwîst e ku di vê çarçoveyê de hiqûqa tevahî esas bê girtin. Li gorî fikra min, divê verastkirin li gorî têkiliyên mirovî, têkiliyên sosyolojîk û mercên dîrokî werin çêkirin, nexwe wê tevkariyê li vê pêvajoyê nekin.”
MA/MEHMET GULEŞ













