Têkçûna faşîzmê bi têkoşîna radîkal e

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 03:10

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, nêzîkatiya li tecrîda li Îmraliyê nîşaneya demokratbûyînê ye û destnîşan kir ku divê têkoşîneke hîn radîkal bê meşandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî tecrîda li Îmraliyê, Pêngava 15'ê Tebaxê û rêveçûna Şerê Cîhanê yê 3'yemîn bersiv da pirsên Medya Haber TV. 

Kalkan di destpêka nirxandina xwe de derbarê tecrîd û têkoşîna li dijî tecrîdê axivî û wiha got:’’Paradîgma, pozisyon û rewşa Rêber Apo digihêje her derverê. Niha, xelatgirên Nobelê hewldana herî dawî ya girîng kirine. Ev hemû gelekî, gelekî girîng û bi nirx in. Di vê pêvajoyê de hewildanên hiqûqî jî zêdetir derketin pêş. Her çend dereng jî mabe di hin xalan de, bi danîna dane û dosyayên şênber re însiyatîfên hatine pêşxistin bi bandor bûn. Ev yek gihişt NY'yê. Vê rewşê hêzên ku sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê dimeşînin, gelekî tengav kiriye. Ev tê wateya ku têkoşîn encam digire. Diviyabû hin derdor ji derve bêhtir deng derxistana. Barzanî û rêveberên PDK’ê tên hişê me. Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku dema Rêber Apo li Romayê bû, Mesût Barzanî dosyayek pêşkêşî dozgeriya Romayê kir. Qaşo belgeyên ku Rêber Apo weke sûcdar nîşan dide pêşkêş kiriye da ku Rêber Apo bê girtin û darizandin. Li pişt vê bêdengiya mezin dibe ku ew hebin. Em zanin li pişt tecrîd, qirkirin û êşkenceyê xiyanet hene. Divê em van hemûyan raxin pêş çavan. Divê em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin. 

Pêngava bawerî û biryardariyê

Dûran Kalkan di nirxandinên xwe de salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê jî kir û wiha got:’’Ev pêngava mezin niha di salvegera 40'emîn de ye. Rêber Apo got, pêngavek bawerî, biryardariyê ye. Ev hemû berhema fikrên Rêber Apo ne. Lê belê jin, ciwanên Kurd ev yek bi fedakariyeke mezin kirin. Ti kes êdî nikare civaka Kurd paşve bibe. Nikare ji azadiyê qut bike. Bi wesîleya salvegera 40’emîn ez bang li her kesê dikim ku şerê azadiyê yê 40 salan rast fêm bikin, dersên rast jê derxînin, têra xwe pêşengiya Partiyê, gerîla, wate û girîngiya berxwedana gel fêm bikin. 

Iraq jî parçeyek ji dagirkeriyê ye

Niha bi dijwarî li Zap û Metînayê şer didome. Lê belê li Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her derê jî heye. Mîna li çiya, li bajaran jî milîsên HBDH’ê û hêzên YPS’ê şer dimeşînin. Di vî warî de berxwedaneke mezin heye. Tê gotin li Herêmên Parastinê yên Medyayê çeteyan tînin deverên dagirkirî. Wê hêzên cur be cur bên bicihkirin. Me di Îlona 2002’yan de îlanek kir. Têkildarî ku ev der qadên azad û hatine rizgarkirin in. Kî êrîş bike, wê li dijî wan şer were kirin. Niha bila her kes bizane. Bila piştre ti kes nebêje me nebihîst. Ji 3’yê Tîrmehê ve guhertinek heye. Ji bo bi ser bikevin, bi PDK û rêveberiya Iraqê re li xeta rêya Batufa, Bamernî, Enîşke, Kadîşe, Amêdiye, Dêrelok û Şêladizê yanî yekîneyên zirxî bi tankan re sînorekî nû ava dikin. Niha hin kes dibêjin ku PDK piştgirî didê, nizanim dewleta Iraqê çavê xwe digire. Piştgirî û çavgirtin nîne, odeya operasyona hevpar heye. Rêveberiya Iraq û PDK’ê, Barzaniyan jî ev qad firotine dewleta Tirk. Di odeya operasyona hevpar de, qadeke berfireh a ku jê re dibêje xaka min, ji dagirkeriya dewleta Tirk re dihêle. Li beramber elektrîk û avê welat dixin mijara bazarê. Barzanî ketine nava dewlemendên cîhanê. Ev yek li ser bingehê hevkariya veşartî ya bi dewleta Tirk, bi AKP-MHP’ê re ye. Niha PDK dibêje, nizanim wezîrê çi yê Iraqê dibêje, PKK belavî her derê bûye, nizanim li her derê şewatê derdixîne. Evane hemû derew in. Ji xwe ew çapemeniya PDK’ê, mîna çapemeniya AKP-MHP’ê her roj şerê taybet, şerê psîkolojîk dimeşîne. Her roj derewekê dike. Şerê PKK û PDK’ê nîne, êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên dewleta Tirk hene, hevkarê vê PDK heye. PKK li dijî hevkarî û xiyanetê şer dike. Maskeyê hevkarî û xiyanetê herî zêde îro hatiye xistin. Em bang li her kesê ku ji xwe re dibêje welatparêz dikin ku bila vê rastiyê bibînin û beşdarî têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê tê meşandin, bibin. 

Ji xefletê rizgar bibin

Xeflet rewşeke pir bitalûke ye. Divê ev xeflet were derbaskirin. Îro desthilatdarî di destê MHP’ê de ye, ya ku dewleta Tirk bi di warên îdeolojîk, têgihiştin, polîtîk û pratîk bi rê ve dibe MHP ye. Destpêkê êrîşî Rêber Apo dike, piştre êrîşî gerîlayan û PKK’ê dike. Rêber Apo gelek caran digot ku di paşerojê de hûn nikarin bi zimanê xwe xeber bidin, hûn nikarin li gundên xwe bimînin, debara bikin û navê xwe bilêv bikin. Digot ku wê cihê gorê jî nedin we. Erê em dibêjin ku em her tiştî xeta Rêbertî bi rê ve dibin lê belê em gotinên Rêber Apo ji bîr dikin. Divê em nekevin xefletê. Li dijî civak û xwezayê, her tiştê gelê Kurd û Kurdistanê êrîşeke dijwar heye. Mirovahî tê qetilkirin. Destdirêjiyên pir giran li ciwan, jin û zarokan tên kirin. her cure êrîş hene. Êrîşî mirîyan dikin. Êrîşî kesên sax dikin. Zindan tije kirine. Divê em radîkaltir û bibandortir û topyekûn bin. Dema ku ew wisa êrîşê li zimanê te dikin, nexwe di wî warî de kêmasiyên te hene. Tu muhtacî zimanê wan dibî. Wê demê ma dikarin axaftina bi Tirkî boykot bikin? Ma em dikarin çûna dibistanên bi Tirkî boykot bikin? Gelê Kurd dikare îradeyeke bi vî rengî nîşan bide? Divê em muhasebeya van yekan bikin. Divê em hizra van yekan bikin. Faşîzm bi tenê dikare bi têkoşîneke wiha ya aktîf û bibandor were têkbirin. 

Divê ciwan radîkaltir bin

Girêdayî vê yekê divê ciwan zêdetir hişyar, hevgirtî û birêxistinkîrî bin. Divê zêdetir têkoşer û aktîf bin. Min qala têkoşîna radîkal kir. Ji ber ku pasîfîzmê rê li ber faşîzmê vekir. Dibînin ku dema êrîşê dikin, yên li hember bê rêxistin in, tên çewisandin û ew jî dixwazin zêdetir biçewisînin, bitirsînin û asîmîle bikin. Komkujî pêk tê û Tirkbûnê ferz dikin. Wê demê divê gelê Kurd xwe ji Tirkbûnê dûr bixin û bi awayekî bihêz berê xwe bidin Kurdbûnê. Divê bikarin weke Kurd hebûna xwe ava bikin û bijîn. Yanî tu yê ji dibistanên dewleta Tirk dîplomayê bistînî û çi pê bikî? Rêber Apo hê beriya 40 salan gotibû ku ez çûm dibistanên herî baş jî lê belê min yên ku min dizanîn jî ji bîr kirin. Baş e ciwanên Kurd li wan dibistanan çi digerin? Ma ya ku Rêber Apo nedîtî, wê ew bibînin? Divê em van li ber çavan bigirin. Rizgarbûna hemû jin, zarok, ciwan û kedkaran girêdayî van yekan e. Dema ku te karî xwe ji vê pergalê rizgar bikî tu yê xwe xilas bikî. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.