Duran Kalkan:Her tişt têkilî azadiya Rêber Apo ye
Çarşem 30 Cotmeh 2024 - 17:00
- Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî. Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo êdî ne tenê mijareke nîqaşê, fikrî û nirxandinê ye. Veguheriye armanceke berbiçav a pratîkî. Ewqasî rojane bûye. Wê demê ji bo pêkanîna vê yekê divê em bi rengê seferberiyê têbikoşin. Banga me ji bo vê têkoşînê ye.’’
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Dûran Kalkan hevdîtina piştî 43 mehan a Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan a bi 23’yê Cotmehê ya bi Rêber Abdullah Ocalan e bi bîr xist û got,’’Berî her tiştî ez Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe re hevdîtin pêk anî. Axirê piştî 43 mehan vê carê hevdîtin pêk hat.
Kêm be jî guhartinek heye
Kêm be jî guhertinek heye. Guhertineke bingehîn tineye, lê guhertineke qismî heye. Helbet em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo agahdar bûn û me silavên wî wergirtin. Ev tenê jî têra guhertina rewşê kir. Girtina silavên Rêber Apo, bihîstina dengê wî û agahdarbûna ji tenduristiya wî, bandor li ser rewşê kir. Hemû hêzên demokratîk, jin, ciwan, gelê me, dostên me di nava coş û kelecanekê de ne. Moralê wan pir bilind e.
Bandorek li derdora siyasî kir
Her wiha bandoreke xurt li derdora siyasî jî kir. Ev yek bi awayekî eşkere asta bandora Rêber Apo nîşan dide. Tevî hemû gotinên dijber, hat dîtin ku bê Rêber Apo çiqasî bandorê li ser civakê, li ser derdorên demokratîk, li ser jin, ciwan, kedkar û kedkaran û li ser siyasetê dike. Divê em careke din binê vê yekê xêz bikin.’’
Encama têkoşînê ye
Kalkan anî zimên ev rewş bi têkoşînê derketiye holê û divê ev weke encama têkoşîna dijî Komploya Navnetewî a 26 salan were dîtin; weke encama têkoşîna dijî pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ye û got,’’Bi maneya berteng, divê wekî encama pêngava cîhanî ya azadiyê ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de dest pê kir, were dîtin.’’
Rêber Apo hêza xwe nîşan da
Duran Kalkan derheqê gotinên weke ‘Rêber Apo nikare tiştek bike, rêxistin guh nadiyê’ got derew in û Hevseroktiyê bi navê tevgerê û gel jî ragihandiye ku ew ê bi her şêwe têkoşînê piştgiriya Rêber Apo bikin: ‘’Rêber Apo bi hevokekê bersiv da her kesî û helwestek nîşan da ku rê li ber nîqaşên nû veke. Ev gelekî girîng e. Divê ev jî bê dîtin. Ji ber ku bang hatibûn kirin, wî bi xwe jî bersiv da. Got, xwedî hêza teorîk û pratîk e ku pirsgirêka Kurd derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bike. Li ser vê bingehê yên ku dibêjin hêza Apo nîne, nikare tiştekî bike, rêxistin guh nade wî, gel guh nade wî, eşkere bû ku derewan dikin. Hêza xwe nîşan da. Piştre jî hevserokatiya me bi navê tevgera me û gelê me ragihand ku ew ê piştgiriyê bide her şêwe têkoşîna Rêber Apo û helwesta wî.’’
Divê karibe bi her kesî re têkilî deyne
Derheqê bangên vê dema dawî ku li Rêber Apo hatî kirin jî Duran Kalkan got,’’Hinekan bang li Rêber Apo kiribûn ku bi rola xwe rabe. Rêber Apo got, ew amade ye û xwedî wê hêzê ye. Bêguman ji bo vê jî divê şert û mercên guncaw bêne avakirin. Bêguman bi rengekî tecrîdkirî, li Îmraliyê nabe. Ji ber ku karekî çalak divê. Ji bo vê hewldaneke 24 saetan divê. Divê karibe bi her kesî re têkiliyê dîne. Divê karibe nêrîna her kesî werbigire. Ji ber vê jî nabe ku di nava sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de be.’’
Heke ne taktîka şerê taybet be...
Kalkan her wiha destnîşan kir heke derdorên navborî taktîka şerê taybet nakin naxwe divê şert û mercên guncaw biafirînin, heke gaveke bi vî rengî neavêjin hingî nikarin baweriyê bidin û got,’’Divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û karkirina bi rengekî azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin. Hevserokatiya me jî ev yek bi şênberî raxist pêş çavan.’’
Em jî dixwazin Rêber Apo bibînin
Kalkan wiha domand:’’Divê karibe bi her kesî re hevdîtinê bike. Ji xwe her kes jî dixwaze wî bibîne. Weke rêveberî em jî dixwazin bibînin. Naxwe kesek bi tena serê xwe nikare tiştekî bike. Kesek pêşengiyê dike, tevgerekê ava dike, rê li ber civakê dixe. Divê xwedî derfetê be ku karibe van bike. Ji ber vê jî Rêber Apo helwesta xwe nîşan da, hêza xwe raxist pêş çavan. Ya mayî jî afirandina şert û mercên guncaw ên vê yekê ne. Bêguman yê ku vê biafirîne jî Rêber Apo nîne. Yên li derveyî Rêber Apo divê van şert û mercan biafirînin.’’
Her tişt têkilî azadiya Rêber Apo ye
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Dûran Kalkan anî zimên divê Pêngava Navnetewî ya ji ‘’Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ li her qadê were berfirehkirin û xurtkirin û got,’’Ti carî têkoşînê lawaz nekin. Her tişt bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Heta ku ev pêk neyê pêşketineke şênber jî çênabe. Divê mirov hîn bi xurtî têbikoşin.
Kalkan herî dawî banga seferberiya têkoşînê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kir û got,’’Bi taybetî li derveyî welat, li Ewropayê ji 1'ê Mijdarê û pê ve seferberî hatiye ragihandin. Her roj wê çalakî bêne lidarxistin. 10'ê Mijdarê li Brîtanyayê çalakî pêk tê. Di 16'ê Mijdarê de li Kolnê wê mîtîngek bê lidarxistin. Yên ku seferberî ragihandine bangê dikin. Divê jin, mêr, ciwan, extiyar, zarok, welatparêz, Kurd hemû û mirovahiya demokratîk tevlî vê têkoşînê bibin. Ji bo her kes tevlî bibe divê kar bê kirin.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo êdî ne tenê mijareke nîqaşê, fikrî û nirxandinê ye. Veguheriye armanceke şênber a pratîkî. Ewqasî rojane bûye. Wê demê ji bo pêkanîna vê yekê divê em bi rengê seferberiyê têbikoşin. Banga me ji bo vê têkoşînê ye.’’ BEHDÎNAN