Hebûna gelê me parastin

Şemî 23 Mijdar 2024 - 03:15

  • HPG’ê 4 şehîdên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got: Em soz didin ku bîranîna wan bi Rêbertiya Azad re li Kurdistana Azad bidin jiyîn.

HPG’ê 4 gerîlayên di sala 2018’an de di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi bîranî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd, ev agahî parve kirin:“Em hevrêyên xwe Azîme, Mordem, Hemze û Xeyrî ku 6’ê Nîsana 2018’an di encama êrîşa li ser Hêrêmên Parastinê yên Medyayê de gihiştin şehadetê, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevrêya me Azîme ku bi evîneke mezin a ji bo azadî û welatê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi kesayeta xwe ya xweser û paqij di demeke kurt de adapteyî jiyana PKK’ê bû.  Pîvanên tevgera azadiya jinan di şexsiyeta xwe de da rûniştandin û bi şerê ku dide azad û delal dibe û bi gavên jixwebawer rêwîtiya xwe ya jina Kurd a wêrek pêş xist. 

Hevrêyê me Mordem ku yek ji endamê eşîreta Herkiyan a welatparêz bû, tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û bi dildariyeke mezin xwedî li azadiya gelê me û welatê me Kurdistanê derket. Hevrêyê me Mordem hêviya pêşerojeke ronak dida û wekî fermendarekî ku hemû erkên xwe bi layiqî bi cih dianî, bawerî da hevrêyên xwe. 

Hevrêyê me Hemze ku taybetiyên saxlem, xweser û welatparêz ên gelê me yê Serhedê di kesayeta xwe de dida der, ji dil bawerî bi têkoşîna fedaîyane ya ji bo azadiya gelê me anî. Dema ku leşkeriya mecbûrî ya dewleta Tirk dikir bi vê heqîqetê hesiya û rastiya dijminî bi hemû zelaliya xwe nas kir. Hevrêyê me Hemze biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û ji leşkeriya mecbûrî ya dewleta Tirk reviya û beşdarî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. 

Hevrêyê me Xeyrî jî ji nava dilê gelê me yê Serhedê, wekî ewladekî xwedî rûmet û wêrek tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Xeyrî ji kolanan heta metropolan, li her derê bi dawazeke mezin a azadiyê têkoşîn da û da ku bibe gerîlayekî profesyonel biryara beşdariya refên gerîla da. Bi tecrubeyên xwe yên di nav refên gerîla de, bû xwedyê vîneke mezin, hêzeke ramyarî, tecrubeyek rêxistinî û manewiyata hevrêtiyê. Hevrêyên me yên şehîd, ji bo parastina hebûna gelê me bê tirs tevlî têkoşîna azadiyê bûn û bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan. Em ji bo malbatên wan ên qedirbilind û ji bo hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku li ser şopa wan berdewam bin, tola wan bistînin, mîrateya wan bi Rêberê Azad re li Kurdistana Azad bidin jiyîn.

Nûnerê fedakarî û wêrekiyê

Hevrêya me Azîme, li Qereyaziya Erziromê hat dinê ku bi welatparêziya xwe her tim bûye yek ji navendên giring ên têkoşîna me. Di sala 2014'an de tevlî refên gerîla bû. Weke gerîlayeke YJA Starê, bû xwedî helwest û beşdariyeke li gor mîsyona xwe ya pêşeng û di her kêliyê de bi lêhûrbûneke kûr erkên xwe bi serkeftî bi cih anîn. Bi fedakarî û wêrekiya xwe bû wesîleya serkeftinên mezin û erkên xwe bi cih anîn.

Hevrêyê me Mordem, ewladê eşîra qedîm ya navçeya Colemergê Şemzînanê, di nav malbateke welatperwer hat dinê. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me di pûçkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê de, bû xwedî rol û kedeke mezin û têkneçûyîna mîlîtaniya Apoyî careke din nîşan da.

Hevreyê me Hemze li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava derdorekî welatparêz de jidayîk bû. Hevrêyê me Hemze di sala 2014’an de ji yekîneya leşkerî firar kir û berê xwe çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me yê ku ji xeynî şarezabûna xwe ya di taktîka leşkerî û teknîkê de xwe di pîvanên milîtaniya Apoyî de pêş xist; yekbûna hizr, gotin û çalakiyê di kesayeta xwe de şênber kir. 

Hevreyê me Xeyrî li Qoserê di nava derdorekî welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku bi serkeftinên xwe ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi nirxên ku da hevreyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me yê ku bi jiyana xwe ya fedakar û dilnizm tê naskirin, ji bo ku di xwe de kesayetiya Apoyî biafirîne kedeke mezin da.”

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Azîme Botan (Nadiye Goksû), li Erziromê jidayîk bûye, 6’ê Nîsana 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Mordem Şehîda (Ferman Kiliç), li Colemêrgê jidayîk bûye, 6’ê Nîsana 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Hemze Gabar (Sînan Arslan), li Wanê jidayîk bûye, 6’ê Nîsana 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

Xeyrî Serhed (Farûk Taşçi), li Qersê jidayîk bûye, 6’ê Nîsana 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.