Qeyûm qada jiyanê teng dike
Şemî 23 Mijdar 2024 - 02:10
Ji platforma 'Jin bi hev re xurt in' Kubra Derîn da zanîn li dijî qeyûm divê têkoşîneke hevpar bê meşandin û got:"Qeyûm bi krîmînalîzekirina sîstema hevserokatiyê mafên jinan desteser dikin."
Piştî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hate kirin, destpêkê xizmetên ji bo jinan ji holê hatin rakirin. Ji platforma 'Jin bi hev re xurt in' (KBG) Kubra Derîn têkildarî mijarê axivî.
Qeyûm qada jiyanê teng dike
Kubra Derîn anî ziman ku qeyûm qada jiyanê li jinan teng dikin, hewl didin hebûna jinê jê bibin û got, "Qeyûm bi krîmînalîzekirina sîstema hevserokatiyê mafên jinan desteser dikin. Şaredariyan ji cihê jin û gel dûr dixînin û kirin cihê ranta hêzên xurt û vediguherînin amûreke serweriyê. Kreş, navendên piştevaniya jinê, bazarên jinan û cihên kombûna jinan ji holê têne rakirin.
Kubra Derîn destnîşan kir ku desthilatdarî bi rêya qeyûman dixwaze derbê li sîstema hevserokatiyê bixe ku destketiya herî mezin a jinê ye û got, "Desthilatdariay AKP-MHP'ê bi vî rengî dixwaze kiryarên xwe yên faşîzan xurt bike."
Qeyûm êrîşa li dijî îradeyê ye
Kubra Derîn destnîşan kir ku li dijî qeyûm divê têkoşîneke hevpar bê meşandin û got, weke jinên Tirkiyeyî bi jinên Kurd re wê bibin dengê hev. Kubra Derîn got, "Hevşaredar Gulistan Sonuk li Êlihê di hilbijartinên xwecihî de ji hevrikê xwe yê ji HUDA-PAR'ê ji sedî 50 zêdetir deng wergirtibû û bi ser ketibû. Qeyûm êrîşa li dijî îradeya gel û jinê ye. Em siyaset û kiryarên ku me ji qada siyasetê û cemaweriyê dûr dixînin qebûl nakin. Em vî mejiyê ku mafên me tine dihesibîne baş nas dikin. Ji bo rabûna li ber qeyûman em li qadan bûn, em ê li qadan bin."
ANF/STENBOL