Cezayê darvekirinê nayê qebûlkirin
Şemî 23 Mijdar 2024 - 02:35
Jinan bertek nîşanê cezayê darvekirina ku hikûmeta Îranê li girtiyên siyasî yên jin biriye dan û gotin: “Li Îranê Kurd, jin bedena xwe datînin holê û têdikoşin. Divê cezayên darvekirinê û rejîma zextxwir ji holê bên rakirin.”
Li Îranê bi taybet cezayên darvekirinê yên li jinên Kurd yên têkoşîna azadiyê didin bê navber didomin. Jinên di têkoşîna xwe de bi biryar in, dibin hedefa êrîşên rejîma Îranê. Herî dawî rejîma Îranê cezayê darvekirinê li endama civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî û rojnameger Pexşan Ezîzî birîbû. Li dijî vê bertek didomin. Jinan li dijî biryarên darvekirinê diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Turkan Kocadag da zanîn ku rejîma Îranê li hember gelê Kurd û jinên Kurd polîtîkayek tunekirinê dimeşîne û cezayên darvekirinê yên Îranê bi salane didome. Turkan Kocabag wiha vegot: “Li Îranê Kurd, jin bedena xwe datînin holê û têdikoşin. Divê cezayên darvekirinê û rejîma zextxwir ji holê bên rakirin.”
Divê jin li dijî ceza rabin
Nûnera Meclîsa Jinan a Kongreya Demokrtîk a Gelan (HDK) Arîfe Çinar jî got li cîhanê jinên têdikoşin bi zextan re tên rû hev û wiha domand: “Dewlet êrîşê jinên têdikoşin û berxwe didin dike. Yên zîhniyeta serdest bihejînin jin in. Hebûna têkoşîna jinan wan ditirsîne. Ev demek dirêj e li Îranê li hember jinan, Kurdan êrîş heye. Cezayê darvekirina li hevalên me yên jin hatiye birîn sûcê mirovahiyê ye. Divê hemû jinên cîhanê li dijî cezayê li Werîşe û Pexşanê hatiye birîn rabin ser piyan û bêdeng nemînin.”
Cezayê darvekirinê nayê qebûlkirin
Hevberdevka herêma 3’yemîn a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Aydin jî destnîşan kir ku rejîma Îranê hebûna xwe li ser înkarkirina jinan ava dike û wiha anî ziman: “ Îran azadiya gelan ji destê wan digire û rejîma xwe ava dike. Laçika Jîna Emînî kirin hincet û qetil kirin. Piştî qetilkirina wê serhildanek mezin derket holê. Cezayên darvekirinê û zext piştî vê zêde bûn. Herî dawî jî li Werîşe û Pexşanê hat birîn. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê her kes li dijî rejîma Îranê dengê xwe bilind bikin. Divê em jin ji van êrîşan re bibin bersiv.”
JINNEWS/STENBOL