Azad vegeriya Şengalê

Pêncşem 13 Cotmeh 2022 - 04:40

Sewsen Heyder, beriya 8 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Şengalê hate revandin û di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li Kampa Holê hate rizgarkirin. Sewsen weke jineke azad vegeriya Şengalê.

Sewsen Heyder a 24 salî di dema êrişa li dijî Şengalê de 3'yê Tebaxa 2014'an tevî 9 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin. Piştî 8 salan ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li kampa Holê hat rizgarkirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî ew radestî malbata wê kir.

Sewsen Heyder malavahiya QSD/YPJ'ê kirkir, her wiha ji ber vegera xwe li malbata xwe, kêfxweşiya xwe nîşan da.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Neam Ilyas jî ji Rojnewsê re got: "Em bi vegera revandiyan kêfxweş in. Em rola YPJ'ê di rizgarkirina jinên Êzîdî de pîroz dikin."

Hefteya bihurî, YPJ'ê bi serkêşiya berdevka xwe Rûken Mihemed ciwana Êzîdî Sewsen Heyder, radestî YBŞ'ê kiribû da ku li malbata wê vegerînin.

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.