Axa Başûr firotine 

Çarşem 9 Hezîran 2021 - 05:59

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs diyar kir ku di navbera Tirkiyeyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymaneke firotina xaka Başûr hatiye îmzekirin û got: "Ew deverên ku dar lê tên birîn bi peymaneke di navbera dewleta tirk û rayedarên başûr de çêbûye pêk tê.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs di hevpeyvîna xwe ya bi ansa Mezopotamyayê (MA) re got: "Firotin û birrîna darên li Başûr geşedaneke nû ye. Tişta ku heta niha me dizanî daxwaza Tirkiyeyê dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Agahiyên ku tên ber destên me dewleta Tirkiyeyê bi hin hêzên Başûr re vê yekê dike. Gelê Başûr jî vê dizane. Lê mijara firotina xaka Başûrê Kurdistanê agahiyeke nû ye. Agahiyeke bi vî rengî heye. Ev mijar jî bi birrîna darên Başûrê Kurdistanê kete rojevê. Bêguman helwesteke xelkê başûr û partiyên siyasî li hemberî vî tiştî eşkere ye. Li hemberî her êrişekê gel nerazî ye. Piştî hevdîtina konsolosa tirk a bi rayedarên Başûr re, li ser vê mijarê bersiv dan û gotin, dewleta tirk tişta ku dike rewa dibîne. Ew deverên ku dar lê tên birrîn bi peymaneke di navbera dewleta tirk û rayedarên Başûr de çêbûye, xaka Başûrê Kurdistanê kirîne û ew ji xwe re rewa dibînin ku daristanên wê herêmê bibirin û bi çi awayî tevbigerin jî azad in. Dibêjin ku devera me kiriye em dixwazin rê bibin wan deveran û gotine ku di rê çêkirinê de tişta ku ji wan re asteng be ew ê ji holê rakin. Yek ji van astengiyan jî dar û daristanên Başûrê Kurdistanê ne. Bêgûman firotina xaka Başûr di dîroka Kurdistanê de tiştekî sosret e. Heta niha dewletên êrişkar û dagirker bi şer, bi qetlîaman xwestine ku xaka başûr dagir bikin û hîn jî dikin. Lê belê li hemberî firotina xaka Kurdistanê gelê kurd û rayedarên kurd xwe bêdeng bikin ev sosreta herî mezin e."

Karamûs xwest kesên ev peyman bi Tirkan re kirine bêne eşkerekrin û ji gelê Kurd jî xwest helwêsteke neteweyî nîşan bide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.