Awazên jibîrkirî çanda pêkhateyan in

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Cotmeh 2021 - 23:01

  • Bi taximekî ku ji zêdetirî 125 muzîkjen, rahêner û serkêşan pêk tê, amadekariyên derxistina klîpeke nû tê kirin. 

Bi taximekî ku ji zêdetirî 125 muzîkjen, rahêner û serkêşan pêk tê, amadekariyên derxistina klîpeke nû tê kirin. Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê klîpê hewl dide çanda pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bide. Klîpa bi navê “Awazên jibîrkirî” çanda tevaiya pêkhateyên herêmê dihewîne.

Mijdara par Hunermend Delîl Mîrsaz û Bêkes Darî ev klîp pêşniyaz kirin û bi vê armancê bi hemû pêkhate û tevgerên çand û huner ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re têkilî danîn. Gulana îsal jî komên muzîkê li Hunergeha Şehîd Welat a bajarê Qamişloyê stran tomar kirin. 

Endamê Tevgera Mozopotamyayê ya Çand û Huner, Bêkes Darî derbarê klîpa “Awazên jibîrkîrî” de got, “Em bi vê klîpê dixwazin çand û reseniya gelên kevnar ji nû ve zindî bikin. Her wiha em dixwazin peyameke aştî û hezkirinê jî ava bikin da ku Sûriye vegere rastiya xwe ya berê û gel bi hev re bijîn.”

Li ser deverên ku dîmenşn klîpê wê lê werin girtin jî Bêkes Darî got, “Dîmenên klîpê dê li tevahiya bajar û herêmên ku çanda pêkhateyan lê diyar e, yên mîna Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb, Dêrik û Rimêlanê werin girtin.”

Di klîpa “Awazên jibîrkirî” de 7 stranên folklorî yê pêkhateyên Kurd, Suryan, Ermen, Ereb, Tirkmen û Çerkez hene, û mirov wê di klîpan de govendên folklorî jî bibîne.

Derhêneriya klîpê Delîl Mîrsaz dike û piştî klîp bi dawî bû, li ser medyaya dîjîtal wê were waşandin.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.