Avestayê jî ‘Dîroka Erdelanê’ weşand

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 23 Tebax 2020 - 16:49

  • “Dîroka Erdelanê, ya Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî) îsal ji weşanên Sîtav carekê derçûbû. Kitêb bi lêzêdekirina raporekê, niha jî ji Weşanên Avesta derket.

“Dîroka Erdelanê, ya Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî) îsal ji weşanên Sîtav carekê derçûbû. Kitêb bi lêzêdekirina raporekê, niha jî ji Weşanên Avesta derket.
Mestûreya Kurdistanî weke dîroknasa jin a Kurd a yekê tê qebûlkirin. Ev berhem, ji du berhemên bi Farisî, hatiye wergerandinî Soranî; û Ziya Avcı jî kitêb ji çapa Avestayê re kiriye Kurmancî. Dokumenta yekê ku dibe esasê materyalê vê kitêbê, xebata Mah Şeref Xanima Erdelanî (Mestûre Xanim) ye ku navê wê Dîroka Erdelanê ye. Kitêb bi destê Nasir Xanê Azadpûr ve bi Farisî hatiye amadekirin û weşandin. Hejar Mukriyanî, xebat wergerandiye Soranî. Lê ew bi xebata Mah Şeref Xanimê tenê nemaye, hin xebatên li ser Mîrektiya Erdelanê jî kiriye nav vê xebatê.
Dokumenta din jî raporeke bi zimanê Farisî ye ku hemû eşîrên Mîrekiya Erdelanê yek bi yek dide nasîn. Nivîskarê raporê ne diyar e, lê îhtîmaleka mezin ew ji bal pispor-karmendekî Îrana dewra şahtiyê ji bo agahîdana navenda desthilatê hatibe nivîsîn. Ev rapor ji nav arşîva Celadet Alî Bedirxan derketiye.
Kitêb bi navê “Dîroka Erdelanê - Hoz, Tîre û Tayfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê” weke 240 rûpel ji Weşanên Avesta bi wergera Ziya Avci derçû.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.