Avakirina piştgiriyeke sereqet

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 1 Mijdar 2020 - 23:23

Rojên taybet ji bo civakan û rengê civakîbûna wan diyarker in. Heta gelek rojên taybet ji bo hebûna wan û manedariya hebûna wan bi rola damezrêner radibin. Newroz tevî mîta xwe ji bo gelek civakên Îranî yek ji van e. Tevgera Azadiyê di nava 40 salên bihurî de hem kirasekî nû yê damezrêner li Newrozê û mîta wê kir, hem jî gelek rojên din ên ji bo civakê û rengê wê diyarker, û damezrêner ava kirin. Ji 15´ê Tebaxê, heta bi 27´ê Mijdarê, ji 14´ê Tîrmehê heta bi hefteya qehremaniyê, em van dibînin.
Lê hin ji wan ne tenê ji bo miletê Kurd damezrêner in. Em dikarin behsa rojên girîng ên ji sînorê Kurdan û wêde bikin. Yek ji van 1´ê Mijdarê ye. Ev roja hanê bi berxwedana Kobanê diyarî dinyayê hatiye kirin. Lê esas avakirina wê weke rojeke taybet jî jixwe ji sînorên miletî yên Kurd û wêde çêbûye. Piştgiriya navneteweyî ya bi Rojava re û nexasim bi berxwedana li Kobanê re, ev roja hanê ya taybet ava kir.
Piştgirî jî ne piştgiriyeke teng bû; yanî ne tenê hin hêzên li aliyekî siyaseteke diyar, pişta berxwedana Kobanê girt û digire. Gava mirov li medya civakî dinihêre, çi bi Ingilîzî, çi bi Fransî û çi jî bi Elmanî, em dibînin ku ji çepgirên meydaneke fireh heta bi muhafezekaran, vê rojê bi bîr tînin. Yanî mirovên ku şerê li dijî DAIŞ´ê weke şerê xwe dibînin, li dinyayê ne li aliyekî tenê yê siyasetê hene, ji ber wê jî sînorên vê roja taybet ên siyasî jî ji sînorên siyaseta ji adetê û wêde ne.
Gava em berê xwe didin avakirina rojên bi vî rengî, em dibînin ku di nava civaka rojên bi vî rengî çêkirî de, ew roj weke vegereke ji nemanê tê teswîrkirin. Yanî meseleyeke man û nemanê heye li meydanê. Ew roj li dora vê meseleya man û nemanê tê hûnandin; û gotin û çîroka wê jî pê re.
Lê 1´ê Mijdarê ji sînorên miletê Kurd dibihure, ji sînorên cografyaya Kurdan elaqedar dike jî dibihure; heta ew ji sînorên siyaseta adetî ya li nava gelek civakan de jî dibihure. Wê demê di avakirina vê rojê de û di manedarkirina wê de jî divê ne tenê Kurd, tenê cografyaya wan û ne tenê aliyekî siyasetê hebe. Ew çend "jê û wêde" maqûl e ku xwe ne tenê di piştgiriyê de bidin der, lê di avakirina wê de jî.
Çima wilo dibêjim? Heger ew tenê malên Kurdan bimîne, weke meseleyeke Kurdan bibe rojeke taybet, ew îdîaya Kurdan bi xwe wê zêde nekişîne û bê jibîrkirin: Me ji bo mirovahiyê li ber xwe da!
Heger wisa ye naxwe, ma ya maqûl ne ew e ku ew mirovahî jî di avakirina vê rojê de û manedarkirina wê de hebe? Ma ne maqûl e ku çîrokên wan jî, maneyên wan jî di nava gotara vê rojê de hebin? Ez li ezîzên dêra katolîk difikirim. Wan dinya alem carina di saxiya wan de û carinan piştî mirin yan jî kuştina wan kirin ezîz û ew dinya alem kirin parçeyek ji çîroka xwe, heta hebûna xwe.
Berxwedana Kobanê ji bo me Kurdan helbet man û neman bû. Lê ji bo wan mirovên li çar parçeyên dinyayê, bi her şikesta berxwedêran dixwar diêşiyan û bi her serketina wan şa dibûn, maneya wê çi bû? Heger ev mane di avakirina rojê de cihê xwe bigire, piştgiriya bi Tevgera Azadiya Kurdan re jî wê meydaneke daimîtir a seferberkirina piştgiriyê bi dest bixe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.