Asta xwendinê daketiye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 24 Nîsan 2021 - 04:37

Nivîskar û Wergêr Merîwan Helebceyî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê asta xwendin û nivîsandinê kêm e û her ku diçe rewş xirabtir dibe. Wek sedema bipaşketina asta rewşenbîrî jî ew sîstema desthilatdariyê nîşan dide.

Merîwan Helebceyî ev 23 sal in karê wergera pirtûkan dike, heta niha 70 pirtûk wergerandine Kurdî û Farisî. Helebceyî îşaret bi karê wergerê û nivîsînê yê li Başûrê Kurdistanê kir û got, her çiqas karekî mezin û giran e jî ev kar nikare bibe çavkaniyek ji bo dahatê.

Merîwan destnîşankir ku li Başûrê Kurdistanê sîstemeke baş ji bo perwerdeyê nehatiye danîn da ku hîn ji dibistana seretayî ve xwendina pirtûkan wek çandekê lê were. Helebceyî got, her çiqas gelek pirtûk û pirtûkxane hene jî, lê di nava civakê de xwendin nebûye çandek.

Her wiha rexne li saziyên çapemeniyê jî kir û got, çapemeniyê nekariye bi qasî pêwîst pirtûkên baş bi welatiyan bide nasîn û ji bo xwendina pirtûkan welatiyan han bide. Helebceyî got, berovajî vê çapemenî kar ji bo lawazkirina xwendinê dike. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.