Asê asan wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Îlon 2021 - 23:56

Lîstikvanê navdar ê Fransî Jean-Paul Belmondo di 88 saliya xwe de wefat kir.
Belmondo bi eslê

xwe ji Îtalyayê bû û di 81 filman de cih girtibû. Lê ew herî zêde bi filma “À bout de souffle” (Bêhnçikîn) ya ku derhêneriya wî Jean-Luc Godar kiribû dihat naskirin. Dîsa mirov dikare bi filma “Pierrot le fou” (Pîerotê dîn) jî wî bi bîr bîne. Di vê filmê de jî roleke serketî derxistibû û lîstikvaniya xwe îsbat kiribû. Di filma Asê asan (As des as; 1982) de ew hem komedyen û hem jî seraktorekî serketî bû.

Belmondo, di sînemayê de bi rolên xwe yên ciyawaz û neseqirîbûna xwe dihat naskirin. Her wiha ew yek ji lîstikvanên herî serketî yê “Pêla Nû” ya Fransayê bû. Bêyî ekola “Pêla Nû” mirov nikare wî bi bîr bîne. Ji bilî filmên sînemayê wî di lîstikên şanoyê de jî cihê xwe girtibû û şanoger bû.

Piştî belavbûna nûçeya mirina Belmondo gelek kesên jê hez dikirin li Parîsê berê xwe dan ber deriyê mala wî ya li Quai d´Orsay û kulîlk danîn û li ser kaxez û defteran peyam jê re hiştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.