Artêşa Iraqê xwe bicîh dike

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:39

Li gorî agahiyan, pêr bi şev beşek ji hêzên fewca 4 a ser bi pasewanên sînor ên Iraqê ber bi sînorê Dihokê ve ketin rê.

Hêza Iraqê ya berbi sînorê Dihokê ve ketî rê, li gundê Serzêrî yê li sînorê navçeya Kanî Masî ya ser bi parêzgeha Dihokê bi cih bûn. Di nava du mehên borî de rêzehevdîtin û serdanên rayedarên dewleta Tirk a dagirker ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li gel berpirsên ewlekariyê û siyasî yên Iraqê çêbûn. Li gorî medya û pisporan armanca van serdanan ew e ku dewleta Tirk dixwaze li ser hinek deverên Herêma Kurdistanê êriş bide destpêkirin û dixwaze Iraq û herêm jî beşdarî vê êrişê bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.