Di roja 8'an a Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” de lîstika şanoyê “Firsan Tiyûr” hat nîşandan. Her wiha dayika şehîd Arîn Mîrkran jî lê hazir bû. Elî Îsa derhêneriya lîstika Firsan Tiyûr kiriye. Her wiha tîma Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê jî şanoyek derxist ser dikê. Şano li ser jiyana gerîla bû. Şano her wiha pê da diket ka çawa zilma ku di zarokatiya wan de li wan bûye kiriye ew biçin çiyayên Kurdistanê û li azadiyê bigerin.
Roja 8`an a mihrîcana 5`ê Cotmehê de dest pê kirî, bi nirxandina şanoyê ji aliyê temaşkeran ve bi dawî bû.
Dayika şehîd Arîn Mîrkan, Wehîde kêfxweşiya xwe ji ber lidarxistina vê mihrîcanê anî ziman û got, "Arîn ne tên keça min e, lê keça tevahiya Kurdan e û hezkirina Kurdan û gelên bindest ji keça min re têra min dike."
Dayê Wehîde anî ziman ku wê rêyeke dirêj derbas kir da bighîje vir, niha jî welatê ku keça wê xwe feda kirî, bêhn dike.
Mihrîcan bi şanoya “Kontêr” a ji aliyê endamên Navenda Çand û Huner a Helebê hatiye hazirkirin, dewam dike. Mihrîcan sibe (14`ê Cotmehê) bi dawî dibe.
ANHA/KOBANÊ