- Dewleta Tirk 26´ê Çileyê 2018´an perestgeha Eyn Darayê bombe kiribû. Kanûna 2019´an çeteyên wê tiştên ji ber bombebaranê filitîn bi dozeran talan kirin. Ji hingê ve şêrê Eyn Darayê ku ji remzên Efrînê bû, bûye reşeyek û winda bûye.
LUQMAN GULDIVÊ
Eyn Dara, perestgeheke 3300 salan kevin e. Ji serdema Hitîtan yanî serdema hesin maye. Ew yek ji şûnwarên gelekî muhim ên li Efrînê bû. Piştî ku dewleta Tirk 26´ê Çileyê 2018´an ew bombe kir jî çeteyên wê, perestgeh talan kir. Şêrê wê yên navdar jî yan li embarên dewleta Tirk e yan jî li holeke berhevkerekî zengîn e.
Dewleta Tirk, ji wan dewletan e ku tinekirina mîrateya mirovahiyê ji xwe re kiriye siyaset. Birînên xirakirina Sûrê, xirakirina sûka dîrokî ya Heskîfê, di bin avê de hiştina Heskîfê bi xwe, teze ne û nekewiyane. Heman dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jî bi heman rengî mîrateya mirovahiyê tine dike. Perestgeha Eyn Darayê ya li Efrînê jî yek ji van cihan e ku di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên Çileyê 2018´an bi balefiran hatibû bombekirin. Hingê zirareke mezin lê bûbû. Piştre jî çeteyên dewleta Tirk li heman deverê cihê xwe yê perwerdeya eskerî û tetbîqatan çêkiribû û bi dîmen xiya dikir ku guleyan diteqînin û bombeyan diavêjin ser girî. Beriya bêhtirî bi salekê jî hin wêne derketin holê. Di van wêneyan de xuya dikir ka çawa çeteyan bi dozeran li girî xistiye û şêrê saxfilitî û peykerên din ji bin axê derxistine. Di salvegera dagirkeriyê de min xwest li aqûbeta wî şêrî (yan jî wan şêrên) Eyn Darayê bipirsim.
Perestgeheke 3 hezar û 300 salî
Perestgeha Eyn Darayê, piştî ku şivanekî tesadufî şêrê dergeha wê dît, sala 1954´an hatibû dîtin. Ew li ser girekî 30 metroyan bilind e. Lêkolîn û erdkolanên arkeolojîk ên paşê derxistin holê ku hin şêrên hîna temam nebûyî jî li cem hev nêzî cihê perestgehê hene. Eyn Dara avahiyeke pirr kite bi kite xemilandî bû. Sfenksên wê, şêrên wê û rolyefên şêran ên ku seranserê perestgehê dineqişandin, ew dikirin cihekî yekane. Tevî ku ji 3 metroyan bilindtir jî bû, mixabin cîhana akademiyê zêde serê xwe ji şêrê Eyn Darayê neêşand. Li gorî texmînan di navbera 1300 û 1000´î beriya mîladê hatiye çêkirin. Em tê de rêûresma Împaretoriya Hitîtî ya peykerçêkirinê dibînin, lê tesîra giştî ya serdema hesin a herêmê jî xwe di hunerê çêkirina peykeran û perestgehê de dide der.
Dewsên xwedayî tine kirin
Di dergehê perestgehê de wekî din dewsa lingên xwedayî yên dêw jî hebûn. Lê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 26'ê Çileyê 2018´an de perestgeha dîrokî ya Eyn Darayê bombebaran kir û gelek berhemên dîrokî parçe parçe kirin. Di nava berhemên tinekirî de dewsên lingên xwedayî yên dêw jî hebûn. Yanî dewleta Tirk bi derbekê perestgeha Eyn Darayê ya ku xwe 3 hezar û 300 salan girtibû, xira kir.
Wêneyên talankirina perestgehekê
Kanûna 2019´an bi awayekî herî hov, şêrê Eyn Darayê (yan jî şêrên Eyn Darayê) tevî gelek peykerên din ji binê erdê bi dozeran hatin derxistin û talankirin.* Wêneyên ku paşê li ser vê talankirinê derketin holê, nîşan didin ka çawa dozer peykerî ji nava axê derdidixe û çete jî wî dipîvin. Arkeolog û îlustratrîs a Libnanî, Rana Zaher, li şêrê di wêne de nihêriye û kite bi kite pê daketiye. Bi ya wê, ev şêrê orjînal ê Eyn Darayê ye. Lê mirov dîsa jî nikare piştrast be, lewma ev şêr dibe ku yekî din ê mîna yê din be bi temamên detayên xwe.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca firotinê vê talanê dikin. Lê gelo li ber wan kîjan rê hene? Şêrê ku em behsa wî dikin nakeve ti çende, tûr, kîs û berîkan. Bêhtirî 10 tonan giran e. Çete dikarin tenê di ser Tirkiyeyê re vî şêrî derxin û bifiroşin. Jixwe, li gorî Rana Zaher gotegotên li ser aqûbeta şêrî jî îşaret bi heman yekê dikin; yanî şêr li Tirkiyeyê li deverekê ye.
Sektoreke dema şerî ye
Min jî hewl da xwe bigihînim hin çavkaniyên dikarin bêhtir xwedî agahî bin. Lê tine; ew nehîtê şêran li meydanê nebû, ti agahiyeke mirov berê xwe bidiyê, xuya nekir. Weke ku ew şêrê ji kevir bûbe ba û gobilîbe, weke ku êdî ew reşeyek be û winda bûbe.
Min ji arkeolog Mesût Alp pirsa vê yekê kir. Bi tecrûbeya xwe ya salan a li Muzexaneya Mêrdînê, belkî ew bibûya alîkar. Wî got, talana şûnwaran di şerekî de vediguhere sektorekê. Di vê sektorê de aliyên serketî - demkî, li mekanekî sînordar jî be - bi qîmetê madî yên van berhemên arkeolojîk dizanin û wan vediguherînin bazarekê. Lê çawa dewlet yan jî hêzên din ên di şerekî de cihê xwe digirin vê organîze dikin? Mesût Alp bi mînakekê got, illeh aliyê dewletekê bi rengekê di nav de ye. Ew tîne bîra xwe ku gelek caran tiştên bê qîmet qaçaxçiyan yan jî hêzên dewletê didan girtin da ku karibin tişta biqîmet derbas bikin. Lê illeh ji hêzên dewletê hin kes yan jî alî di navê de cihê xwe digirin. Axir dîsa jî di dema ew li Muzexaneya Mêrdînê de, heger berhemeke desteserkirî bihata ber destê wî, wî weke "berhemeke ji Sûrî" ew bi nav kiriye, da ku ji bo dema piştî şerî neyê wendakirin yan jî desteserkirin.
Lê şêrê Eyn Darayê? Li gorî Mesût Alp ne mumkin e peykerekî ewqasî mezin hema welê karibe bikeve bazara qaçaxçîtiya berhemên dîrokî; yanî dewleta Tirk bi rengekî ji rengan û belkî jî yekser di nava vî karî de be.
Ji ber ku tê nasîn wenda ye
Li gorî Rana Zaher a ji Zanîngeha Emerîkî ya Beyrûdê mezûnbûyî, heger şêr nehatibe parçekirin, ew belkî "rojekê" derkeve meydanê, heta belkî li holên mezatxaneyên navdar ên dinyayê. Lê belkî jî hîç dernekeve meydanê.
Ji ber ku pispora arkeolojiya kevnar a Rojhilata Nêzîk e, min ji wê jî pirsî, çawa dibe ku ev şêrê nehîtî bibe weke reşeyekê, ji holê winda bibe? Em çima bi aqûbeta wî nizanin? Wê wiha li min vegerand: "Dilê mirov pê diêşe, lê ez bi sedema wê dizanim ka çima şêrê Eyn Darayê bûye reşeyek û wende bûye: Serê pêşî, ew berhemeke gelekî navdar e. Gava mirov lê binihêre, mirov tam dizane ji ku hatiye. Gava hat dizîn jî, ew ne vazoyeke ji rêzê ye ku kesek bibêje, wele bavê bavê bapîrê min li bazarekê li Iraqê yan jî li devereke din kirrîbû û vê bide belgekirin. Mirov dikare di cih de cihê jê hatiye dizîn tesbît bike û zanibe kengî hatiye dizîn. Ev yek jî karê qaçaxçiyan zehmet dike. Ew nikarin biçin mezatxaneyên navdar jî ji ber ku firotina şêrî neqanûnî ye û çêkirina ´belgeyên eslîbûnê´ jî neqanûnî ye."
Belkî li qesr û serayên zengînan be
Lê şêr hatiye dizîn, tevî gelek berhemên din ên li Eyn Darayê. Li gorî Rana Zaher çend rê li ber wan hene: "Ew di bazara reş de difiroşin -yan jî wan firotiye- berhevkerekî taybet. Ew berhevker jî li mala xwe wî datîne ku ti carî raya giştî pê nehise û nebîne. Qesrên zengînan hene ku kesek nizane li ku ne û ka çi xizneyên neqanûnî di wan de hene."
Lê wisa jî be, ne lazim bû dengek, hisek, kerrêniyek hebûya, gotegotek? Rana Zaher ji bo vê jî dibêje, "Ew ê heta ku mesele vemire, bitemire bisekinin, qet nebe ew vê hizrê dikin. Ew ê paşê parçe parçe bikin û parçeyan bifiroşin. Ew li hewşa piştmala wan weke xelateke serketinê ya ecêb disekine."
Ew di warê dîtina şêrê Eyn Darayê de reşbîn e, bi ya wê demeke dirêj em ê bi aqûbeta wî nizanibin û belkî em hîç bi aqûbeta wî êdî nizanibin. Ez ê weke wê nehizirim, û li benda wê rojê bim ku ew şêr li welatê xwe, li Rojavayê Kurdistanê, li Efrînê vegere.
Emelê Tirkiye û DAIŞ´ê yek e
DAIŞ'ê zerareke mezin li warê dirokî Palmîrayê kiribû. Vê jî rê li ber nerazîbûneke giştî ya navneteweyî vekiribû. Lê çeteyên DAIŞ´ê gelek berhemên ji warên dîrokî difirotin rayedar û bazirganên Tirk. DAIŞ'ê peyker û şûnwar xera kirin, lê gelek jî talan kirin da ku ji xwe re bike çavkaniyeke dahatê. Dewleta Tirk jî heman emel kir. Wê gelek warên dîrokî weke perestgeha Eyn Darayê bi bombekirinê texrîb kirin û paşê jî talan kirin bi destê çeteyên xwe. Rojnameya Şerq El-Ewsat piştî êrişa dewleta Tirk a li dijî Eyn Darayê wiha nivîsîbû: “Êrişa Ezmanî ya Tirkiyeyê ziyanên mezin bi perestgeheke kevnar a Efrînê kir.” Rojnameyê got, şêwaza dewleta Tirk di êrişa xwe ya li dijî Efrînê de heman şêwaza çeteyên DAIŞ’ê li herêma Palmîrayê ye.
* Rana Zaher (@ranaofsidon) di rêzetweeteke xwe ya 25'ê Nîsana 2020'an bi xweşikî behsa meseleyê dike û bi gelek wêneyan balê dibe ser Eyn Dara û talankirina wê, nexasim jî dizîna şêrê wê.