ŞÎRÎN SALIH / NÛJINHA / SILÊMANÎ
Kesên xwedî pêwîstiyên taybet di hemû civakan de cihekî wan ê cuda heye û ji aliyê hikumetê ve xizmetek baş ji wan re tê kirin. Lê belê li herêma Federe ya Kurdistanê weke pêwîst xizmet ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet re nayê kirin. Ev jî wisa dike ku beşek zêde ya kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji bo dabînkirina dahata jiyanê kar bikin. Anya Qadir zarokek keç a xwedî pêwîstiya taybet e 12 salî ye û xelkê bajarê Silêmaniyê ye. Ev salek e dest bi çêkirina karê dest kiriye, da ku bikaribe dahata jiyana malbata xwe û pêwîstiyên xwe dabîn bike. Anya ji ber jêhatiyên xwe, naxwaze dema xwe vala derbas bike, ji ber wê dest bi karê nexşandinê dike û di malpera xwe de karê xwe nîşan dide û difiroşe.
Banga Anya ji bo jinên xwedî jêhatî ew e ku girîngî bidin hêza xwe û li hemberî astengiyan rawestin û dibêje: “Ez berhemên xwe li gorî daxwazên xelkê çêdikim, dema ku xelk ji bo karê min destxweşiyê dike, ev gotin zêdetir hêzê didin min ji bo karê xwe hê xweşiktir çêbikim.”
Zekiye Mihemed dayika Anya ye, diyar kir ku destpêkê dema Anyayê xwest dest bi çêkirina karê dest bike wê pêdiviyên ku jê re pêwîst in kiriye û got:“Min tu caran hestek wisa pê nedaye hîskirin ku bizane xwedî pêwîstiya taybet e. Peyama min ji bo dayik û bavan ew e ku dema zarokek wan ê xwedî pêwîstiya taybet hebe bila fêrî tiştan bikin. Ji ber ku kesên xwedî pêwîstiyên taybet jêhatiyên wan ên cuda hene. Pêwîst nake ji xwendinê qut bibin, ji ber ku ew jî weke kesên din pêwîstiya wan bi xwendinê heye.”