Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) di hezîrana sala 2022’yan de li Enqereyê dest bi xebatên xwe kir û di 12’ê Kanûna 2024’an de 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Ji 7 endamên esil ên komeleyê 5 jê jin in. Komeleyê, bernameya qursên zimanê Kurdî û xebatên çand û hunerê amade kir. Di 6’ê çileyê de (duh) dê qeydên ji bo qursa Kurdî qebûl bike. Di serdema pêş de jî dê ji bo zarokan pirtûkên çîrokan ên bi Kurdî û di qada çand-hunerê de jî qursan veke.
Hevseroka ANKA-DER’ê Ferîde Akturan diyar kir ku komeleya wan ji roja hatiye avakirin heta niha di qadên ziman, çand û hunerê de xebatên girîng kiriye. Ferîde Akturan, anî ziman ku ew di heman demê de qursên tembûn, def û hwd. jî didin û got: “Qeydên qursan ên serdema nû di 6’ê Çileyê de dest pê dikin. Di hefteya 2’yemîn a Sibatê de jî dê atolye dest pê bikin. Kesên dixwazin qeydên xwe çêbikin, dikarin li ser malpera înternetê ya komeleyê serlêdanê bikin.”
Her astek 3 mehan didome
Ferîde Akturan, da zanîn ku qursên zimanê Kurdî ji 3 astan pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ast 3 mehan didomin. Her kesên astekê temam dikin dikarin derbasî asta din bibin. Di serdema pêş de jî em ê xebatên ji bo zarokan bikin. Em dixwazin ji bo perwerdeya zarokan pirtûkên çîrokan amade bikin. Hedefa me ya ewil ev e. Hînbûna ziman di dema zaroktiyê de hêsantir e. Lewma em dixwazin ji bo zarokan projeyeke wiha bixin meriyetê.”
Bila ciwan werin xwe qeyd bikin
Ji rêveberên ANKA-DER'ê Badegul Avci jî got ku ji bo xwendekaran hewl didin çalakiyên teşwîqkirinê li dar bixin û wiha bi dawî kir: “Em li vê derê pêvajoya demkî ya xwendekaran dişopînin û ji bo eleqeya wan zêde bikin çalakiyan li dar dixin. Em xwendekaran xelat dikin û ‘spasnameyan’ didin wan. Komeleya me di heman demê de dibistan e û bi taybet jî banga min ji bo ciwanan ew e ku bên qeydan xwe çêbikin.”
MA/ENQERE