- "Analîza Devoka Kobanîyî - Fonolojî û Morfolojî" bi Kurmanciya Kobanê daketiye.
Pirtûka Raman Ehmed ya bi navê "Analîza Devoka Kobanîyî - Fonolojî û Morfolojî" ji weşanên AVA'yê derket. Pirtûk bi mijarên zimannasî û devoknasiyê daketiye û Kurmanciya herêma Kobaniyê analîz dike.
Wêneyê berga pirtûkê ji hêla Şêwekar Enterê Şewo ve hatiye xêzkirin. Nivîskar û lêkolîner Raman Ehmed derbarê pirtûka xwe de dibêje, “Ez di vê xebata xwe da devokê bi şêweyekî zanistî û li gorî hêmanên zimannasîyê didim nasîn. Di hûrgilîyên berhemê da ez Fonolojî û Morfolojîyê wek girsemijar didim pêş. Peydabûn, bihevguherîn, ketin û zêdekirina dengan; pêvekên nasyarîyê, vokatîv, cînav û hwd, binnivîsên wan herdu girsemijarên borî ne.
Ev berhem ji korpuseke wiha zengîn û hemaheng pêk tê, ku dihêle mirov bi zelalî bi girîngîya vê xebatê hest bike. Tiştê ku vê berhemê bêhemta û dewlemendtir dike ew e, ku ferhengokek û qeftek ji çîrokên herêmê wek pêvek û palpişt tê da tên dîtin.”
NAVENDA NÛÇEYAN