Amedakarî ji bo Garê ye

Pêncşem 30 Çile 2025 - 03:30

Bi salane ji bo berfirehkirina dagirkeriyê, dewleta Tirk li Iraqê trafîkek zêde ya dîplomasiyê dide meşandin. Lê ev trafîk piştî peymana ewlekariyê ya di navbera Iraq, PDK û dewleta Tirk de ku di 15’ê Tebaxa 2024’an de hate îmzekirin, zêdetir bû. Herî dawî Wezîrê şer ê Tirk Hakan Fîdan serdana Bexdayê kir. Hakan Fîdan dîsa ji aliyê rayedarên Iraqî ve, bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin! Ya balkêş ew e ku çi dema rayedarek dewleta Tirk serdana Iraqê dike, hemwextî serdanê li nav xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê komkujî pêktên. Vê carê jî dewleta Tirk di nava 2 rojan de 6 welatiyên sivîl qetilkir.

Fîdan gefa êrişan xwar

Hakan Fîdan di daxuyaniya bi Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên re carek din gefa êriş û tinekirina Kurdan da. Ji xwe bi zexta Tirkiyeyê, dewleta Iraqê PKK xistibû nava ‘rêxistinên qedexekirî’ Hakan Fîdan li rexa Fuad Hisênê ‘Kurd’, carek din gefa êrişên ser Iraq û Herêma Kurdistanê xwar. Li gorî Fîdan yê ku serweriya Iraq’ê binpê dike, PKK’ye! Hakan Fîdan vê carê raste rast xwest Iraq, PKK’ê bêxe nava lîsteya ‘rêxistinên terorê’. Li hemberî vê jî Fuad Hisên ti nerazîbûn nîşan neda. Tevî di encama êrişa dewleta Tirk de 2 pasewanên Iraqê jî hatin qetilkirin. Di 15’ê Tebaxa sala 2024’an de, peymanek ewlekariyê ku dijberiya Kurdan dike, bi Iraq-PDK’ê re hate îmzekirin. Li gorî vê peymana di navbera Tirkiye-Iraq û PDK’ê de, wê îstîxbarata leşkerî bihevre were parvekirin, dijî rêxistinên qedexekirî hemahengiya êrişan hebe. Hakan Fîdan ku serdana Iraqê kir, êdî dixwaze ev plan û projeyên dewleta Tirk yên ji bo êrişên berfireh bikeve meriyetê. Hakan Fîdan divê serdana xwe ya dawî de xwest Iraq êdî bi eşkere dijî tevgera azadiyê, gelê Kurd hevkariyek berçav bike.

Gote gotên operasyonê

Di rojên dawî de gote gotên tevgera nû ya dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, taybet jî çiyayê Garê hene. Li gorî Tîma Kurdistanî ya Rêxistina CPT’ya Emerîkî dewleta Tirk amadekariya tevgereke li dijî çiyayê Gare dike. Tê gotin di tevgerê de wê baregeha dewleta Tirk a li bajarokê Beşîka ya li Nînovayê, aktîf were bikaranîn. Tê gotin ji bo gundên derdora Gare werin valekirin, wê dewleta Tirk raste rast xelkê gund bike hedef.

Maxmûr Şengal Raperîn û Germiyan

Li gorî gote goteyan, tevgera vê dawiyê ya balafirên keşfê û êrişên dewleta Tirk egera êriş û operasyonek berfireh ya li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê piştrast dike. Tevî tê gotin wê tevger li dijî Gareyê be, lê liv û tevgera balafirên keşfê qada êrişan berfirehtir dike. Di serî de Mexmûr, Şengal, Şêladiz, Îdareya Raperîn û Herêma Germiyanê tevgerek bê navber a balafirên keşfê heye. Di nava çend rojên dawî de ev tevgera balafiran gelek zêde bûye. Zêdetirî hefteyek balafirên keşftê li ser asîmanê wargeha Mexmûrê digerin. Tê gotin êdî ne balafirek, 24 saetan du balafir digerin. Balafir jî tenê li ser wargehê digerin, ev jî tê wateya ku ew balafir ên dewleta Tirk a dagirker bin. Li ser asîmanê Şengalê jî tevgerek balkêş ya balafirên keşfê heye. Li wir jî heftiyeke balafirên keşfê pir bi nizmî difirin. Car car dengê balafirên şer jî li ser herêmê tê.

Li Herêma Germiyanê jî tê gotin liv û tevgerek zêde ya balafirên keşfê heye, li gorî agahiyan balafir bi nizmî difirin.

Liv û tevgera balafirên keşfê rojane li Îdareya Raperîn tê bihîstin û dîtin. Liv û tevgera balafiran wisan dide diyarkirin ku bi hatina Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê re, dewleta Tirk wê li gelek deveran êrişî xelkê sivîl bike û tevgerên dagirkeriyê lidarbixe.

Tevî belgeyên berçav, êriş, komkujiyên dewleta Tirk jî, Hikumeta Iraq û rayedarên Herêma Kurdistanê bêdengin. Bêdengiya Iraqê jî di êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de, hevkariyek mezin dike.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.