AKP´yî dikevin nav partiyan
Sêşem 4 Tebax 2020 - 23:59
- Dr. Schmidinger: Nivîseke stratejiyê ya UID´yê ya navxweyî û veşartî derket holê, û di wê de bang tê kirin ku êdî destekê nedin lîsteyên koçberan. Li şûna wê hewl bidin namzetan bixin nav partiyên sereke yên Awusturyayî da ku tesîrê li siyasetê bikin.
LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT
Akademîsyenê Awusturyayî yê siyasetzaniyê û şerqşînasiyê ku li Zanîngeha Viyanayê dersan dide, Dr. Thomas Schmidinger li ser xwebirêxistinkirin û êrişkariya nijadperest û rastgirên Tirk li Awusturyayê got, muhtemel e ku ji ber nermiya siyaseta Awusturyayê beramberî Kurdan, ji bo zerarê bidin Kurdan ew qasî li pêş be. Ew dibêje, alîgirên AKP´ê û rastgirên Tirk li Awusturyayê niha stratejiya xwe ya hilbijartinan guhertine û dixwazin bi rêya destekkirina namzetên di partiyên sereke de tesîrê li siyaseta Awusturyayê bikin.
Li ser êrişkariya gelekî darîçav a rastgir û nijadperestên Tirk li Favorittenê dawiya Hezîranê dayî der ew dibêje, "Berê jî (rasgirên Tirk) gelekî rêxistinkirî bûn, lê ev qasî nedihatin dîtin. Di salên 80´yî de jî rastgirên tundraw ên Tirk li Awusturyayê nisbeten bi hêz bûn. Nexasim li Viyana, li Oberosterreich, Voralbergê û tevahiya rojava (yê Awusturyayê) xurt bûn. Mesela hingê Alparslan Turkeş çend caran hatibû Awusturyayê. Wekî din em ji bîr nekin ku kesê hewl da li Romayê Papa bikuje (Mehmet Alî Agca) jî di ser Awusturyayê re bi qaçaxî bi destê alîgirên nijadperestên Tirk derbaskiribûn Îtalyayê. Yanî ji mêj strukturên nijadperestiya Tirk li Awusturyayê hebûn."
Bi ya wî "ew ev qasî êrişkar xuya nedikirin hingê" ji ber ku "hêzeke xurt a çepgirên ji Tirkiyeyê jî li Awusturyayê hebû, tevî rêxistinên Kurdan". Baş e, li taxa Favorittenê tişta nû çi bû? Ew vê wiha rave dike: "Tişta ku niha nû bû li Favorittenê (Taxa Viyanayê ya ku nijadperestên Tirk êriş bire ser jinan) ew bû ku wisa xuya bû ku van nijadperestên Tirk Favoritten weke devereke ku Kurd û çepgirên Tirk nabe ku lê xwepêşandanan bikin, didît. 1´ê Gulanê xwepêşandaneke çepgiran ev yek xira kir û dawiya Hezîranê jî ew êrişkariya nijadperestan derket holê li dijî xwepêşandanên çepgiran."
Têkiliya bi MÎT´ê re tê lêkolan
Li ser têkiliya MÎT´a Tirk bi rêxistinbûyîna rastgirên tirk û êrişkariya wan, Dr. Thomas Schnidinger dibêje, "Têkiliya rêxistina îstîxbaratê ya bi vê êrişkariyê re tê lêkolan. Rayedarên Awusturyayî difikirin ku ev mumkin e û wezîrê karê hundir (Karl Nehammer) jî da zanîn ku ev têkiliya muhtemel wê bê lêkolan. Lê tişta ku ez bi isehî dikarim bibêjim heye. Ji 4 xwepêşandanan di 2´yan de ez jî hebûm. Qet nebe di roja diduyan a êrişên li Favorittenê de êrişkarên nijadperest ên Tirk gelekî rêxistinkirî bûn. Yanî ev ne kombûneke ciwanên rastgir bû ku ji ber xwepêşandana Kurdan û çepgiran aciz bûbûn. Tevgera wan rêxistinkirî bû.
Ji UID´yê ku rêxistineke AKP´ê ye, heta bi Avusturya Nizami Alem a ser bi BBP´ê ve rêxistinên partiyên siyasî yên Tirk weke li Elmanyayê, li Awusturyayê jî hene. Herçî êrişkariya van koman e, ya ku li gorî Elmanyayê zêdetir e li Awusturyayê, dibe ku ji ber wê yekê be ku dewleta Awusturyayê li dijî Kurdan û çepgirên ji Tirkiyeyê zêde siyaseta zextê nade ber xwe. Armanca vê êrişkariyê bi hizra min zerarkirina li Kurdan û çepgirên ji Tirkiyeyê ye."
Stratejiya nû ya AKP´yiyan
Dr. Thomas Schmidinger dibêje, "Ji mêj weke li Elmanyayê hewldanên çêkirina lîsteyên koçberan di hilbijartinên li Awusturyayê de jî hene (Bi destê rastgirên Tirk). Lê heta niha di hilbijartinan de ew bi ser neketin. Wan karî di meclîsên karkeran de çend kursiyan bi dest bixin. Lê lîsteyên ku heta niha ketin hilbijartinan hemû jî bi bin ketin. Hakan Gordu mesela, berê ew hevserokê rêxistina ser bi AKP´ê UETD´yê bû, niha partiya SOZ ava kiriye û bi hevkariya kevne parlamenter Martha Bissmann dixwaze bikeve Meclisa Eyaletê ya Viyanayê. Lê ya rastî şansê vê lîsteyê jî kêm e.
Beriya bi du hefteyan nivîseke stratejiyê ya UID´yê - rêxistina lobiyê ya ser bi AKP´ê - ya navxweyî û veşartî derket holê, û di wê de bang tê kirin ku êdî destekê nedin lîsteyên koçberan. Li şûna wê hewl bidin namzetan bixin nav partiyên sereke yên Awusturyayî da ku tesîrê li siyasetê bikin."