Ocalan a ket ser milê xwe kir
În 7 Adar 2025 - 03:20
Nivîskar-siyasetmedar Abdulbaki Erdogmûş ku demekê parlementerê AKP'ê bû, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Abdullah Ocalan nirxand. Erdogmûş diyar kir ku ev banga "dîrokî ye" û destnîşan kir ku divê hemû alî berpirsyariya pêşketina pêvajoyê bi cih bînin û got:"PKK û komên din wê hesabê xwe yê navxweyî jî bikin. Ya girîng ev e ku em van hemûyan bi aqil binirxînin. Ji ber vê yekê divê nerm bin. Ji naveroka wê zêdetir girîngî bidin encamên vê bangê. Gelek mirovên me mirin, ciwanên me mirin. Berdêlên giran hatin dayîn, hem tirk û hem jî kurd bedêlên giran dan. Zêdetirî 2 milyon û nîv mirov koçber bûn. Nêzî 4 hezar jîngeh hatin şewitandin û tunekirin. 17 hezar cinayetên kiryar nediyar hatin kirin." Erdogmûş bal kişand wê yekê ku berpirsyariya her kesî heye û got:"Girîng e ku ev bang bê bersivandin û têkoşîna çekdarî bê sekinandin. Ji ber vê yekê, bûyerên provokatîf ên biçûk jî hebin, divê bi baldarî bên dîtin û tavilê mirov neqilqile. Ev karekî demdirêj e û berpirsyariya her kesî heye. Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî divê erka xwe ya niha bi cih bîne."
Ti hincetên dewletê nemane
Erdogmûş diyar kir ku ji niha û pê ve gog di qada desthilatê de ye û got:"Ya muxatabê pêş wê desthilata siyasî be. Divê desthilatdariya siyasî vê yekê nekişîne qadeke din. Helbet wê siyasetê bikin, lê piştî evqas xwînrijandinê di vê mijarê de polîtîkayên hêsan wê ne rast be. Li gorî min ev bang wê bibe sedema normalîzebûnê li Tirkiyeyê." Erdogmûş da xuyakirin detshilat û dewlet daxwazên kurdan bi cih neanîn û bi hinceta PKK'ê êrişên li ser sînor pêk anîn û got:"PKK ji bo operasyonên derveyî sînor ên li cihên wekî Sûriye û Iraqê wekî hincet dihat bikaranîn. Niha rakirina hinceteke bi vî rengî ji bo kurdan destkeftiyeke mezin e." Erdogmûş destnîşan kir ku divê bêyî bazariyê maf bên naskirin. Erdogmûş anî ziman ku divê bingeha têkoşînê ya piştî bangawaziyê were xurtkirin. Erdogmuş anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi vê bangê erka xwe pêk aniye û got:"Niha jî divê yên din erka xwe pêk bînin. Muxatab desthilata siyasî ye."
MA/ENQERE