Têkoşîna demokrasiyê ya awarte divê
Duşem 31 Adar 2025 - 03:40
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku eger têkoşîneke awarte neyê meşandin li Tirkiyeyê ti pirsgirêk çareser nabe û got:"Gelê me û hêzên demokrasiyê divê bi têkoşîna xwe zextê bikin ku dewleta Tirk neçar bimîne û gavê biavêje."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bersiv da pirsên Stêrk TV ên li ser rojevê. Sabrî Ok di destpêka nirxandinên xwe de qala pîrozbahiyên Newrozê yên îsal kir û got:’’Bi rastî ev Newroz,piştî 50 salî cara yekem di vê astê de hate pîrozkirin. Her wiha mirov dikare bibêje ku piştî hezar salan Newroz di vê astê de hate pîrozkirin. Newroza îsal li çar perçeyên Kurdistanê, derveyî welat û li seranserê cîhanê bi kelecan, coş, helwest û xwestekeke mezin hate pîrozkirin. Belkî hinek kesan hêvî nedikir ku gelê Kurd û dostên xwe wisa pir bi girseyî bi hev re rabin ser piyan. Ji ber ku propaganda û dijîtiyeke weke ku ev manîfestoya Rêber Apo ne di çarçoveya berjewendiyên gelê Kurd de ye, hebûn. Lê belê gelê me Rêber Apo dizane, bawer dike û fêm dike. Cara yekem bi beşdarbûneke pir mezin ya di vê astê de Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di vê pêvajoya girîng de ev peyameke girîng û taybet bû. Her wiha belkî ne cara yekem be lê belê mirov dikare bibêje ku gelê me di vê asta bilind de li çar perçeyên Kurdistan û li seranserê cîhanê bi ruhekî netewî Newroz pîroz kir. Gelek caran me jî aniye ziman û Rêber Apo jî girîngiya yekîtiya neteweyî xistiye rojevê û tê zanîn ku hewldanên Rêber Apo yên têkildarî vê mijarê pir zêde ne. Her wiha xewn û xeyala gelê Kurd de jî ku tavilê yekîtiya xwe ava bike.’’
90 hezar carî zêdetir êriş
Sabrî Ok di dewama nirxandinên xwe de îşaret bi banga Rêber APO ya dîrokî kir û wiha got:’’Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bangeke ku gelê me, civaka Tirkiyeyê, siyaseya navneteweyî û her kesî eleqedar dike, kir. Her wiha tê zanîn ku PKK’ê jî girîngiyeke pir mezin da bang û manîfestoya Rêber Apo. PKK’ê ev helwesta xwe bi awayekî zelal ji raya giştî re eşkere kir. Di heman demê de PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbesta yekalî îlan kir. PKK ji bo ku banga Rêber Apo pêk were bi îrade û cidiyeta xwe ya nêzîk bû. Piştre jî weke xwezayî diviya dewleta Tirk tişteke erênî bigota û pêngavek biavêta ku ev pêvajo li ser zemîneke erênî û maqûl were avakirin. Lê belê mixabin ku dewleta Tirk, ne di warê axaftinê de tiştek kir ne jî di warê pratîkî de gaveke erênî avêt. Weke ku tiştek nebûye, bi Rêber Apo re bi tu awayî neaxivîne, banga Rêber Apo derveyî agahiya dewleta Tirk hatiye kirin, PKK’ê agirbest îlan nekiriye, pêvajoyeke wisa tune ye û weke berê tev digere. Tevî ku ev nêzîkî mehekê ye PKK’ê agirbest îlan kiriye jî dewleta Tirk ji neh hezar caran zêdetir bi balafir, IHA, SIHA, tank û top, hawan û obusan êrîş kiriye. Yanî nakeve aqilê mirovan ku hem pêvajoyeke wisa hebe hem agirbest hebe û hem jî ev qas êrîş hebin. Yanî cîdiyeta wê li ber çavan e.
Dewleta Tirk ne cidî ye
Ev bû mehek ku Rêber Apo manîfesto diyar kiriye lê belê dewleta Tirk ne gotineke erênî bilêv kiriye ne jî di pratîkê de gaveke erênî avêtiye. Bes dibêje ku bila PKK kongreya xwe kom bike û dev ji çekan berde. Çend rojan beriya niha Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz di bernameya kanalekê de amade bû jê pirsîn ku wê Heyeta Îmraliyê dubare biçe Îmraliyê yan na. Bersiv da û got ku na heyet naçe, jixwe çûn û hatin û peyamên xwe jî anîn. Yanî peyam hat, wê her tişt pêk were û her tişt qediya. Bi awayekî yekalî. Gelo tiştek wisa heye? Nexwe ne cidî ne. Dîsa Wezîrê wan ê edaletê gotiye, malbata Rêber Apo serlêdan kiriye ji bo biçe, em vê dinirxînin. Cidiyet li ku derê vê ye? Yanî ev tîşteke xwezayî ye, ne qenciyek nû ye, ne tîştek nû ye. Li şûna ku heyet herin gel Serokatî, Rêber Apo azad bibe, bi kî re bixwaze bikaribe hevdîtinê bike, nîqaş bike, bi PKK’ê re di nava têkiliyê de be, ji bo komkirina kongreyê xwedî helwest be, kar bike, nîqaş bike, perspektîf ava bike û van bigihîne PKK’ê, li şûna ku derfetê kombûna kongreyê were avakirin helwesta van bi vî rengî ye. Hûn bi aqilê kî dileyzin, hûn çawa wisa ne cidî ne. Hem şer dikin, hem zêdetirî 9 hezar caran bi şêwazên cur be cur wê êrîşên we hebin û hem jî di bin van êrîşan de kongreyê kom bibe. Yanî dibêjin werin teslîm bibin. Ev jî ne tiştekî nû ye. Ji xwe ev 40 sal in hûn her tim heman tiştî dibêjin û we ji van encam negirtiye.
Bi têkoşînê zextê li dewletê bikin
Ev êşa ku civaka Tirkiyeyê dikşîne, pirsgirêka Kurd fatûra wê ji bo civaka Tirkiyeyê giran bû. Ev birçîbûn, ev bêkar mayin, ev perîşanî, aboriyeke binketî, siyaseta xitimiye, îtîbara Tirkiyeyê nemaye û her tiştên xwe ji bo şer seferber dikin. Rêber Apo xwest pêşiya vê bigire. Yanî bi salane û dubare dubare van tiştan aniye ziman. Paradîgmaya Rêber Apo ya herî esasî Civaka Demokratîk, Neteweya Demokratîk e. Helwesta Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de ne erênî ye û xwe dubarekirinek heye. Esas ne xapandina tevgera me PKK'ê ye, xwe dixapînin. Hîn jî bi dijminatî, hîn jî ji jor de xwedîtin dixwaze psîkolojiyeke wisa jiyan bike û bi her kesî bide jiyankirin. Lê gelê Kurd gelekî polîtîk e, xwedî têkoşîn e, bedel daye, bi rastiyê dizane û di vê zanebûnê de ye. Rêber Apo jî dibêje hûn çiqasî paradîgmayê fêhm bikin û di xwe de bi cih bikin hûn ê ewqas xwedî hêz bin û di vê astê de hûn ê karibin encamê bigirin. Tenê li hêviya çima dewleta Tirk gav neavêt de nebin. Erê. Bi têkoşîna xwe zextê li dewleta Tirk bikin, wê gavê Tirkiye neçar bimîne gav biavêje.
4’ê Nîsanê roja xwe jinûve avakirinê
Ti sînor û nasname têr nakin ku mirov Rêber Apo pênase bike. Rêber Apo aîdî her kesî û mirovahiyê ye. Ji bo vê ev roj rojên girîng in. Di dîroka neteweyî ya gelê Kurd de rojên wisa girîng mixabin kêm in. Hemû Kurd di vê rojê de hevî û psîkolojiya wan dibe yek. Rojên wisa girîng in wateya wê ya wisa heye. Ji bo vê ev şensek û derfetek dîrokî ye. Mirov wisa bigire dest û wisa nêzî wê bibe. Jixwe gelê me jî wisa nêzî vê rojê dibe. Di vê rojê de ez çiqasî nêzî rastiya Rêber Apo me, di vê rojê de çiqasî Rêber Apo di jiyana xwe de temsîl dikim. Di vê rojê de kêmasî û nebesiyên min çi ne û çawa dikarim xwe ji wan xilas bikim û derbas bikim û xwe baştir pêş bixim. Di vê rojê de ez ê çawa bibin bersiv ji pêşerojê û dema heyî re, yanî em her yek di heman demê de xwe ji nû ve ava bikin. Yanî ne tenê wisa pîrozbahî, di heman demê de wek hişmendî, xwenaskirin, xwedîtin û xwe nû ava bikin. Eger wisa be wê wateya vê rojê bê zanîn û famkirin. Ez bi vê wesîleyê careke din rojbûna Rêber Apo pîroz dikim û li gelê me pîroz be.
NAVENDA NÛÇEYAN