Afîşên afirîner ên filmên navdar

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Çile 2025 - 00:58

Poste an jî afîşên filman di derbarê filmekî de hin tiştan didin hîs kirin bi temaşevan re. Her wiha sêwirandina van afîşan karekî hêsan jî nîne û ji bo vî karî jî gelek şirket û kesên profesyonel bi rojan dixebitin.

Phantom City Creative ku navenda wê li Torontoyê ye di warê çêkirina afîşan de karên serketî pêk tîne. Ev stûdyo afîşên hinek filman bi awayekî sînematîk ji nû ve şirove dike. Li pişt vî karê serketî Justin Erickson û paige Reynolds hene ku yek ji yekî din afirînertir e.

Her du afirîner jî beriya ku dest bi vî karî bikin gelek karen reklamê û wekî din dikin. Lê piştî ku çend projeyên sînemayê temam dikin êdî dixwazin bi temamî karên afîşan bikin. Ji bo vî tiştî jî stûdyoya xwe ava dikin. Ew posterên filman, nexasim jî hin filmên ku êdî li hemû dinyayê tên zanîn û hatine temaşekirin, ji nû ve, bi awayekî nûjen disêwirînin.

Va ye çend nimûne ji afîşên wan ên afirîner.

TORONTO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.