Afirînerî û azadiya bi kameraya telefonan

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Sibat 2022 - 22:06

  • Kamerayên li ser telefonên destan her roj pêşde diçin û xelk êdî bi telefonên destan dikarin bi rehetî filman çêbikin.

Kamerayên li ser telefonên destan her roj pêşde diçin û xelk êdî bi telefonên destan dikarin bi rehetî filman çêbikin. Di vî warî de nexasim şirketa Apple gavên girîng davêje û telefonên ku kamerayên wan baş in derdixe pêş. Di nav kesên ku bi telefonên destan filman çêdikin de derhênerên navdar jî hene. Derhênerê ji Koreya Başûr Park Chan-wook ku bi filmê xwe yê “Oldboy” tê nasîn bi “İphone 13 Pro” û “13 Pro Max” filmekî bi navê “Life is Buta a Dream” çêkir.

Filmê Park Chan-Wook yê bi navê “Oldboy” gelek hatibû hezkirin û wî bi vî filmê xwe li cîhanê deng daye. Park Cahan-wook niha jî tevî derhênerê dîmenê Kim Woo-hyung bi telefona destan filmekî 21 deqeyî girtiye. Wan ji gelek taybetmendiyên kameraya telefonê sûd wergirtiye û efektên di hundirê kamerayê de bikaranîne. 

Park Chan-wook, tîne ziman ku wî her tim xwestiye vî filmî bigire kamarayê lê dema fikiriye biryara ku ew ê bi kîjan kamerayê bigire nedaye û wiha dibêje, “Min tim dixwest vê çîrokê bikim film lê min biryara kamerayê nedabû. Tiştekî balkêş e ku me bi iPhone’ê vî filmî girt. Di filmên metrajdirêj de gelek hurgilî hene û ne hêsan e mirov bi rehetî filmekî dirêj çêbike. Her wiha gelek pêdivî bi pereyan jî heye. Lê dema ez kurtefilman çêdikim xwe bêhtir azad hîs dikim û afirîneriya min derdikeve pêş.” 

Filmê Park Chan-wook ji hel şirketa Apple ve hate weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.