92 dagirker kuştin

Sêşem 2 Çile 2024 - 02:27

  • HRE´yê bîlançoya çalakiyên xwe yên sala 2023´yan eşkere kirin. Li gorî vê di 34 çalakiyên bi bandor de HRE´yê 92 dagirker kuştin, 96 dagirker jî birîndar kirin. HRE´yê got, heta rizgarkirina Efrînê ew ê nesekine.

HRE’yê ragihand ku di sala 2023’yan de 34 çalakî li dar xistine û di encama van çalakiyan de 92 çete û dagirker kuştine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên xwe sala 2023’yan eşkere kirin.

HRE´yê got, "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2023’yan de bi armanca qirkirinê bi teknîka bipêşketî êrişî gelê me kir.

Wekî Hêzên Rizgariya Efrînê ku xwe li ser bingehê parastina xelkê herêmê bi rêxistin kiriye, me li herêmên Efrîn, Ezaz, Marî, Bab û deverên din ên dagirkirî, çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.

Em li ser soza xwe ne. Em bi israr in ku çalakiyên me heta rizgarkirina herêmên dagirkirî wê nesekinin.

 

Dagirkeran êrişî sivîlan kir

Di sala 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek, çeteyên girêdayî wê jî bi çekên giran, çekên ferdî û dronên xwekuj êrişî gelê me kir. Di encama êrişan de sivîlek şehîd bû û 13 jî birîndar bûn.
Çalakiyên me yên sala 2023’an wiha ne:

 

34 çalakiyên bi bandor

Hêzên me di sala 2023’yan de 34 çalakiyên bibandor pêk anîn. Di encama van çalakiyan de:

3 polîs û 19 leşkerên dagirker hatin kuştin, 32 leşker û 6 polîs birîndar bûn.

70 çete hatin kuştin û 58 çete birîndar bûn.

 

Sîleh ji ser dagirkeran rakirin

12 tivingên AK-47 û cercûrên wê, 3 tivingên BKC û zincîrên wê, 2 tivingên B7, 4 bombe, 3 telefon, 2 nasnameyên çeteyan hatin desteserkirin.

5 baregehên dijmin, depoyeke cebilxaneyê, kamereyeke mobese ya germahî û şevê, 6 motorsîklet, 9 maşîne, panzêrek û kamyonek hatin rûxandin.
Dronek hat xistin.

Di sala 2023’yan de 12 hevalên me di çalakiyên li dijî dijmin û êrişên dijmin de şehîd bûn."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.