7 kitêbên bi Kurdî ji Aramê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Îlon 2020 - 18:59

  • Weşanxaneya Aramê 5 jê yên helbestan, 2 jî roman, bi Kurdî 7 kitêb weşandin. Aramê bi rasthatina 100 salîbûna Apê Mûsa jî bi Tirkî kitêba bi navê Apê Mûsa sedsalî ye" weşand.

Weşanxaneya Aramê 5 jê yên helbestan, 2 jî roman, bi Kurdî 7 kitêb weşandin. Aramê bi rasthatina 100 salîbûna Apê Mûsa jî bi Tirkî kitêba bi navê Apê Musa 100 yaşinda (Apê Mûsa sedsalî ye) weşand.
Weşaxaneya Aramê, ji ber şert û mercên giran ên pêvajoya pandemiyê jî kar û xebatên xwe yên weşangeriyê didomîne. Aramê 7 kitêbên bi Kurdî bi carekê weşandin.

Du roman ji hepsê

Xeyala Vegerê romana Huseyîn Duman a yekemîn e. Ji 184 rûpelan pêk tê. Di romanê de serpêhatiya Sebrî ku 20 salan di hepsê de maye tê gotin. Roman bi tehliyeya Sebrî dest pê dike û bi bibîranînên wî yên 20 salan dewam dike. Nivîskarê pirtûkê Huseyin Duman, ev 27 sal in ku girtî ye û niha li Hepsa Tîpa T a Bûrhaniye ragirtiye. 
 
Agir bi berfê ket

Romana din a Aramê weşandî, "Agir Bi Berfê Ket" e. Kitêba yekê ya nivîskar Savaş Amed e. Ji 428 rûpelan pêk tê. Roman li ser serpêhatiya komek şervanî ye ku sala 1993'yan di şert û mercên giran de mane. Ew behsa hevrêtî, heskirin û berpirsiyariya vê komê dike. Nivîskar her wiha xwendevanan dide kêleka xwe û wan li zozanên Berbihîv, Xerzan, Xaçareş, Mutkî, Amed, Bedlîs û Zovaserê digerîne û wan dike şahidê lehengiyê. 
Nivîskar Savaş Amed sala 1973'yan li navçeya Amedê Pasûrê ji dayik bûye. Sala 1992'yan tevlî nav refên têkoşîna azadiyê dibe û birîndar dibe. Sala 2010'an li Rojava tê girtin û Rejima Sûriyeyê wî radestî Tirkiyeyê dike. Cezayê muebetê lê tê birrîn û niha li hepsa Bafrayê ragirtî ye. 

5 kitêbên helbestan

Pirtûkên helbestan yên Aramê çap kirine jî ev in: Raperîna Demsala Min - Abdurrahman Yildirim,  Şûnwarê Bîranînan - Fazil Atan, Welatê Min - Medya Yaklav, Berbang Bû Piçûkê Min - Cîhan Azad Aydemîr, Demnarîn - Zeynep Taşgîr.

Kitêba sedsaliya Apê Musa

Bi boneya 100'emîn salvegera jidayikbûna Apê Mûsa, bi bangewaziya hevrêyê wî rojnameger Huseyîn Aykol, bi dehan nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetvan, rojnamvan, zimanzan û aktîvîstên jin bibîranînên xwe yên bi Apê Mûsa re nivîsîn. 
Ev bîranîn tevde di pirtûka "Apê Mûsa 100 Salî ye" hatin berhevkirin û pirtûk bi edîtoriya Huseyîn Aykol ji Weşanxaneya Aramê derçû.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.